Wezîrê Brîtanya, Kurdistan di mafê pêkhateyan de roleke giring dileyîze.
Wezîrê Brîtanyayê Lord Ehmed ragihand, ku Herêma Kurdistanê bi taybetî li navçeyên şer di parastina mafê takekes û pêkhateyan de roleke giring lîst.
Îro Şemiyê, 03-03-2018, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Neteweyên Yekbûyî Brîtanyayê Lord Ehmed û şanda pêre kir.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Lord Ehmed piştgirî û hevkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina mafên takekes û pêkhateyan, bi taybetî li navçeyên şer, bilind nirxand.
Lord Ehmed, ku di heman demê de nûnerê taybetî yê Serokwezîra Briîtanyayê ye ji bo tekoşîna li dijî tundiya seksî li navçeyên bi pirsgirêk, di hevdîtinê de diyar kir, ku welatê wî amade ye hevkarî û hemahengiyê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji ber hevkariyên mirovî yên Brîtanyayê spasiya wî welatî kir û diyar kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde dide parastina mafên hemû takekes û pêkhateyên Kurdistanê.
Barzanî da xuyakirin, ku ev yek acendeya sereke ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û dê hewldanên xwe yên di vî warî de berdewam bikin.
Di hevdîtinê de herwiha geşedanên li Iraq û herêmê, tundûtîjî û çawaniya tekoşîna li hember tundûtîjiyê jî hate gotûbêjkirin.
Serokwezîr Barzanî tekez kir, ku ji bo rizgarbûna ji tundiyê û avakirina takekes û civakeke bi tendurist divê giringiyê bidin perwerdeyê.
Rudaw
Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.