Wezîrê Fransayê îro tê Hewlêrê
Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian ku vê sibehê gihîşt Bexdayê piştî ku hevdîtinên wî yên li Baxdayê bidawî bibe dê derbasî Hewlêrê bibe. Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian di komcivîna Davosê de ji Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re gotibû k udi serdana xwe ya li Baxdayê dê bête Kurdistanê jî.
Le Drian vê sibehê gihişt Bexdaya paytextê Iraqê û bi rayedarên Iraqî re li ser şerê DAIŞê û nûavakirina deverên ku di şer de wêran bûne hevdîtinan pêk tîne. Li gor zanyariyan, Le Drian piştî Bexdayê dê derbasî Hewlêrê jî bibe.
Plana ger û serdana wezîrê Derve yê Fransayê hêj ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye ragihandin.
Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.