Xelkê Katalanyayê biryara dadgehê protesto dike

Li welatê Îspanyayê dadgeh biryara zîndanîkirina serokê Katalanyayê Carles Puigdemont da. Biryar ji bo seranserê Ewrûpa ye. 8 endamên encumena wezîran jî di dadgeha Îspanyayê de îfade dan û hatin zîndankirin.

Zîndankirina endamên encumena wezîran ji aliyê bi hezaran Katalan ve hat protestokirin. Di biryara dadgeha Îspanyol de, zîndankirina serokê berê yê Katalanyayê Carles Puigdemont û ji encumena wezîran 4 kesên ku danegeriyane Katalanyayê hene.

Parêzerê serokê Katalanyayê Paul Bekart ragihand ku wê muwekîlê wî li welatê Belçîkayê bimîne û bi Belçîkîyan re di nava hevkariyê de be.


Ev nivîs 210872 car hatiye xwendin.