Xesara şewata Kalîforniyayê 3.3 mîlyar dolar e

Li Amerîkayê, li eyaleta Kalîforniyayê agir bi dernan ketibû û di encamê de 43 kes miribûn. Lê zerara maddî li dora 3.3 mîlyar dolarî hat ragihandin. Åžewat di 8 ê cotmehê de li Kalîforniyayê destpêkiribû.

Encama zerara maddî ji aliyê temsîlkarê sîgortayê, Dave Jones ve hat ragihandin. Li gor Jones ev tesbîta zerarê li gor serdanên hemwelatiyane ku serî li 15 ÅŸîrketên sîgortaye dane. Lê dibe ku hêjî serlêdan dewam bike. Ger serlêdan dewam bike, ev tê wateya ku dê xesar zêdetir be.

Di ÅŸewatê de, ji 4 hezar û 700 î zêdetir xanî bi temamî ÅŸewitîne, ji 10 hezar xaniyan zêdetir di wan de zerar çêbûye û xalên ku neketine ber sîgortayê an derên ku sîgorta wan tinebûn, neketine nav lîsteya xesarê.

Ji 100 hezarî zêdetir kes terka malên xwe kiribûn.


Ev nivîs 210874 car hatiye xwendin.