Yan Kubish û Barzanî li Hewlêrê civiya
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro roja yekşemê 04.02.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Yan Kobish şandiyê taybetiyê Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên Îraq û Elis Walbol Cîgra şandiyê taybetiyê sekreterê NY civiya û rewşa dawiyê ya têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Yan Kubish ji bo çareseriya arîşeyên heyî li Hewlêrê civiya. Herdû rayedar di vê hevdîtinê de arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftigo kir.
Li gorî agahiyên ku hatine ragihandin Yan Kubish Nûnerê Neteweyên Yekbûyî di civînê de da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina arîşeyên Herêma Kurdistanê yên bi Bexdayê re di nav hewldanan de ye. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî di civînêde balê kişandiye ser arîşeyên mûçe û vekirina balafirgehan de û daye zanîn ku ew dê di demek nêzîk de çaser bibin.
Ev nivîs 210832 car hatiye xwendin.