YE: Divê êrîşên li ser Efrînê rawestin
Bertekên li êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê her diçin xurttir dibin.
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî di daxuyaniyeke tund de ji Tirkiyeyê xwest ku dawî li operasyonên xwe bîne. Îro jî Berpirsyara Kar û Barên û Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini jî ragohand ku operasyonu êrîşa li hemberî Efrînê ji bo ewlekariya Tirkiyeyê nabe çareserî.
Mogherini di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, divê Tirkiye berê xwe bide rêxistinên terorî yên di lîsteya Neteweyên Yekbûyî de ne. Em gumana Tirkiyeyê û parastina sînorên wî welatî fêm dikin lêbelê vekirina cepheyekê li Bakûrê Sûriyeyê ji bo ewlehî û parastina sînorî nabe çareserî. Em ji ber vê yekê dilgiran in.
Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.