Yilmaz: Barzanî dev ji siyasetê bernade
Îstîfakirina Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li seranserê cîhanê bandora xwe nîÅŸan da û rojeva dost û neyarên Kurdistanê germ kir.
Di vê derbarê de Seroka BeÅŸê Têkilîyên Navnetewî ya Zanîngeha Kurdistan Amerîka Dr. Arzu Yilmaz, di derbarê îstîfakirina Serokê Kurdistanê Mesûd Barznî de ji rojnameya Evrensel re axivî û dîtinên xwe anîn zimên.
Seroka BeÅŸê Têkilîyên Navnetewî ya Zanîngeha Kurdistan Amerîka Dr. Arzu Yilmaz, da zanîn ku her çiqasî Mesûd barzanî ji serokatîya Kurdistanê îstîfa kiribe jî, lê ewê dev ji siyasetê bernede û wê siyaseta Herêma Kurdistanê bê guhertin.
Arzu Yilmaz, anî zimên û got: „Di peyama Barzanî de eÅŸkere bû ku her çiqasî ew dev ji serokatîyê berde jî, ewê dev ji siyasetê bernede. Barzanî 10 salan dîplomasî kir û bi têkilî û siyaseta dîplomasîyê zêdetir derket pêÅŸ. Bûyer û rûdanên piÅŸtî referandûmê derxist holê ku ji derveyî dîplomasîyê wê siyaseta çekdarî zêdetir derkeve pêÅŸ“.
Arzu Yilmaz, lidijderketina referandûma serxwebûna Kurdistanê û helwesta dewleta Tirkîyê û Îranê bi fahmanî anî zimên û got: „Lidijderketin referandûmê û helwesta Tirkîyê û Îranê ne surprîz bû. Lê surprîza mezin ev bû ku Îran li Iraqê bipêÅŸ ket û Amerîka bêdeng ma, tenê temaÅŸe kir“.
Yilmaz, di dawîyê de anî zimên got ku „li Kurdistana Iraqê piÅŸtî dîplomasîya 20 salan xuyaye wê siyaset têkeve bergeh û astek cuda. Wê ev asta cuda bandora xwe ne tenê li PDK, YNK û Tevgera Goranê bike, wê bi gelemperî bandorê li siyaseta Herêma Kurdistanê bike“.
Z.B
Ev nivîs 210862 car hatiye xwendin.