YNK dixwaze armancên xwe bidest bixe
PeyamaKurd - YNK, bi gef xwarina têkdana rewşa Kurdistanê ve, hewl dide armancên xwe bidest bixe û di yek mehê de çend caran ew gef xwarin dubare kirin.
Piştî helbijartinên 30ê Îlon a 2018ê de YNKê 21 kursî bidest xist û hejmara kursiyên YNKê kêmtire ji kursiyên PDKê û YNKê gelek caran merc danîn û li gor berpirsên aliyên siyasî ew mercane bûne sedemê paşketina pêkanîna hikûmetê. Di helwêstê dawiyê de jî parlamenterê bere yê YNKê Arêz Ebdula di tora xwe ya civakî facebookê de heman gef xwarin teqez kir û ragehand, eger PDK li daxwazên wan razî nebe û ew wek ‘’hatina meydanê ango qadê ye’’ pênase kir û dibêje rewş dê ber bi aliyekê ve biçe ku kesê hêvî nedikir.
Berî naha sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de ragehandibû ku sedemê paşketina hikûmetê ew e YNK dosyayên Bexda, Kerkûk û pêkanîna hikûmetê kiriye yek paket. Lê roja çarşemê 13.02.2019ê polîtburoya YNKê xaleke din jî zêde kir ku ew jî, pêkhatina civîna 18ê Sibatê girêdayiye bi îmza kirina rêkeftina siyasî ya navbera PDKê û YNKê de ye.
Li hember vê yekê parlamenterên fraksiyonên PDKê jî ji BasNewsê re ragehand ku êdî xelk paşxistina pêkanîna hikûmetê qebûl nake, ji ber vê jî roja 18ê Sibatê civîna parlamentoyê dê pêkbê, eger YNK beşdar jî nebe dê civîn pêkbê.
BasNews
Ev nivîs 210786 car hatiye xwendin.