YNK Kongreya xwe bo demekî nediyar paşve xist...
PeyamaKurd-Wek tê zanîn, YNK Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan di cîvîna komîteya nawendî ya derbazbuyî de pêşneyar kiribu, ku kongreya xwe di meha adarê 05.03.2018’de pêk bîne, bi mercek biryara herî dawî divyabu encumena serokatiya YNK bidana. Lê ta nuha encumena serokatiya YNK kom ne buye û jibona wê jî nekarîne biryara kongreyê werbigrin.
Li ser vî esasî, wek endamekî komîteya nawendî diyar dike, kongreya partiya wan YNK jibo demek nediyar hatiye bipaşxistin. Herweha tê gotin, ku ji sedemê problemên navxweyî ta nuha konferansên malbendan jî nehatine kirin.
Endamê Komiteya nawendî ya YNK Seyîd Macîd di derbareya vî babetê de ragihand, „herçendî me biryar dabu, ku em kongreya 4’min ya partiya xwe di destpêka adarê de pêk bînin, lê jibona ku ta nuha me konferansên malbendan pêk nehaniye, me biryar da ku em kongreya xwe jibo demekî din bipaşbixin.“
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.