YPGê tanka tirkan rûxand 5 leşker kuşt

Artêşa Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di şerê li Efrînê de tankeke wan derb xwariye û di encama vê êrîşa li dijî tankê de 5 leşkerên wan jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa tirk di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di roja 3yê Sibata 2018an de li herêma Şêx Xorozê ya li rojhilatê bakur ê Efrînê tankeke wan rastî derbeyeke YPGê hatiye û destnîşan kir ku di encama êrîşê de 5 leşkerên wan jiyana xwe ji dest daye. Artêşa tirk îro di daxuyaniyeke xwe ya din jî diyar kiribû ku di şerê Efrînê de û di encama êrîşa li dijî qereqola artêşa ya li ser sînor de bi tevahî 2 leşker hatine kuştin.


Ev nivîs 210826 car hatiye xwendin.