YPG êrîş kir!
Şervanên YPGê bi ser qereqola leşkerên tirk ên li ser sînorên Sûriyeyê de êrîş pêk anîn. Di encama êrîşê de leşkerek mir û 5 leşkerên tirk birîndar bûne.
Li gorî agahiyên rojnameya tirk ya bi navê Hurriyetê bûyer îro di nêzikî saet 14.00an de qewimî.
Şervanên YPGê bi tankparêzan li dijî qereqola artêşa tirk ya li bajarê Kilîsê yê li ser sînorê Sûriyeyê êrîş pêk anî. Di encama êrîşê de leşkerekî artêşa tirk mir û yek jê giran bi tevahî 5 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên tirk bi ambûlansa ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin şandin.
Ligel vê yekê Artêşa Tirk daxuyand ku leşkerekî wan jî îro di şerê li Efrînê de miriye.
Ev nivîs 210834 car hatiye xwendin.