"YPG ji bo Sûriyeyê jî metirsî ye"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiye û rejîma Sûriyeyê derbarê YPGê de xwedî heman nêrînê ne û her du alî jî yekparçeyiya Sûriyeyê diparêzin.

Çavuşoglu di bernameya televizyona TGRT ya Tirkiyeyê de, derbarê rewşa Sûriyê, pêwendiyên bi hikûmeta Sûriyeyê û YPGê de daxuyanî dan.

Çavuşoglu li ser pirseke bernameyê de dibêje ku hîn pêwendiyeke me ya dîplomatîk bi ‘rejîma Sûriyeyê re nîne û derbarê operasyona dijî Efrînê de da xuyakirin, "Em ji bo rejîmê ne gef in, lê divê rejîm jî demildest binpêkirinên li Xuta û Idlibê bidawî bîne ku em bikarin derbasî pêvajoya siyasî bibin."

'YPG ne tenê ji bo me ji bo rejîma Sûriyeyê jî heman tişt e'

Çavuşoglu derbarê YPGê de jî got, "Bi ya min, em derbarê YPGê de cuda nafikirin.Yanî rejîma Sûriyê jî bi me re heman tiştî difikire ku YPG rêxistineke terorî ya ku dixwaze welat parçe bike ye. Çima ku têkiliyên me tunene, hewce nake em di mijareke wiha de cuda bifikirin. Lewra gefa YPGê ne tenê ji bo me ye, li ser dahatuya Sûriyeyê ye jî."


Ev nivîs 210798 car hatiye xwendin.