YPG: Me Bilbilê kontrol kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand wan careke din bajarokê Bilbilê kontrol kiriye.
Şer li derdora bajarokê Bilibilê berdewam e YPGê ragihand ku wan dîsa bajarokê Bilbilê ji destê artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê der anîne.
Di vîdyoyekê de Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dîmenên teqîna tankekê artêşa Tirkiyê li gundê Heftaro ya ser bi bajarokê Bilbilê ve ragihand. Di dîmenan de tê diyarkirin ku tankeke artêşa Tirkiyê bi rokêtê teqandin.
YPJê ragihand, tîmeke wan a taybet bi navê tîma Bahoz bi vî karî rabûne û tanka artêşa Tirkiyê li nava gundê Heftaro teqandine.
Artêşa Tirkiyeyê jî teqandina tangek xwe piştrast kir û ragihand 5 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.
Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha berdewam e. Di van şer û pevçûn û topbarankirinê de ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne. Di heman demê de hinek gund û bajarok jî wêran bûne.
Ev nivîs 210811 car hatiye xwendin.