Fermandarê YPGê Sipan Hemo, ji rojnameyek ya Siûre ragihand ku moşekên ku ew li dijî hêzên Artêşa tirk bikar tînin herçend malên Amerîka û Rûsya bin jî lê wan ew moşeka ji bazara reş stendine. Hemo ku beyanatek daye rojnameya Şark El-Avsat ya Siûdî de ragihand ku bi van moşekan heya niha 11 tanqên girêdayî ASA û Artêşa Tirk jî têk birine.
Hamo destnîşan kir ku moşekên ku ew li dijî tanqan bikar tînin rast e malên emerîkî yên binavê "TAW" û yên rûsî yên binavê "Konkurs" in lê ew van moşekan ne ji herdûwelatan distînin. Hamo da zanîn bazara ku ew van moşekan jê distînin ne fermî ne bazareke reş e .
Hamo derbirî ku hevpeymana wan bi Amerîka re tenê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de ye. Wan ji bo şerê Efrînê tu alîkarî ji Amerîkayê wernegirtiye.