YPG: Peyman tune ye me tenê pêşniyarek bir
Mijara derbasbûna hêzên girêdayî Artêşa Sûrî ya bo Efrînê, ji aliyê YPGê ve jî hat nirxandin. Nuri Mahmud desthilatdarê PYDê ku ji Reutersê re peyivî, got:”Lihevkirin an jî peymanek tune ye. Tenê me ji Artêşa Sûrî xwest ku werin û sînoran biparêzin."
Mahmud got: "Ev peywira wan e.. Lê heya niha Artêşa Sûrî peywira xwe bicih neanî ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye televizyona fermî ya Sûriyê SANAyê ragihandibû ku yekîneyên nêzîkî Artêşa Sûrî dê di demek kurt de derbasî Efrînê bibin û alîkarî bidin YPGê.
Bekir Bozdagê peyvdarê hikûmeta Tirk jî şevîdî agahiyên derheqê mijarê de nirxandibû û ragihandibû ku heya niha hêzên rejîma Sûrî hîç derbasî Efrînê nebûne.
Ev nivîs 210809 car hatiye xwendin.