YPG:Wendayiyên me nêzîkî 70 kesan e

Behçet Ebdo Serokê Komîteya Parastina Efrînê,  di beyanatek xwe ya ku daye ajanseke rûsî de ragihand ku rojên dawî de 34 wendayiyên wan çêbûne û tevli yên hefteya borî bi giştî wendayiyên wan nêzîkî 70 kesan e.

Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo li ser windahiyên YPGê got: "Hejmarên zelal doh berdevkê HSDê Redûr Xelîl eşkere kir ku di nav hefteyekî de 34 windahiyên YPGê hene. Yên hefteya dawî jî nêzî vê hejmariyê. Ji ber şervanên ku birîndar jiyana xwe ji dest dan hebûn. Lê di 14 rojan de hejmara windahiyên me ji 70an derbas nebûye. Lê wekê ku min got fatûraya mezin ji sivîlan re tê birin."


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.