Bila PKK bersiva Berhem Salih bide

Aliyên ku Berhem Salih ji nêzîk ve nas nakin, wî wek mirovekî rewşenbîr, modern, zanayê diplomasiyê û wek mirovekî dinyadîtî pênase dikin. Bi rastî jî wisa diyar dibe...

Bi taybetî dema serokwezîrtiya hikûmeta herêma Kurdistanê wek serkirdeyê YNKyê piştî Mam Celal xuya dikir. Her weha, wek figurekî “aqilmend” ê paşeroja siyaseta Kurdistanê diket ber çavan…
 
Di serdema serokwezîrtiya Berhem Salih re gelek sal derbaz bûn.
 
Em, di vê navberê de, hem li Kurdistanê hem jî li Iraqê bûn şahidê gelek rudanên siyasî.

Her weha miletê kurd ji qonaxeke gelek metirsîdar derbas bû.

Destkeftên miletê kurd, ku bi saya xebateke dûr û dirêj hatibûn bidestxistin, rûbirûyê man û nemanê bûn.
 
Hikûmeta Bexdayê ya ser bi Îranê ve, ambargo danî ser Kurdistanê,

Butçeya kurdan birî.

Bihayê petrolê, ku mixabin take dahata kurdan bû, varêla wê ji 120 dolaran ket 29 dolaran.

Di serde jî DAIŞê, bi piştevaniyek metirsîdar dest bi şerê kurdan kir.

Gava kurdan, hewl dida ji vê rewşa metirsîdar derkevin û li dijî DAIŞê şerê man û nemanê dikirin, Berhem Salih diyar nedibû...
 
Belê, cenabê Berhem Salih hizra mirina Mam Celal dikir, ku ew li Berlînê li ser doşeka mirinê bû...

Ji ber ku Berhem dixwest di zûtirîn demê de cihê Mam Celal bigre, bibe “paşayê“ YNKê û piştre jî serokkomarê Iraqê...

Hemu ked, xewn, xeyal û hewldanên wî li ser vî esasî pêş diketin.

Lê hilbijartina Fuad Mehsum wek serokkomarê Iraqê xewnên Berhm tar û mar kirin. Înca Berhem ji bona şefîtiya YNKê leyîst, lê bê feyde ew jî nebû, loma Berhem ji YNKê dûr ket û partiya xwe damezrand.

Di hilbijartinên giştî yên Parlamentoyâ Kurdistanê de wek Dogu Perinçek jî deng bidest nexist û rûnişt ser kursiyê mala xwe...
 
Maweyek bêdeng ma,

Di hilbijartinên serokkomariya Iraqê de dîsa derkete meydanê.

Bi riya gruba 16ê Oktoberê û Heşdî Şebî bi awayekî sextekarane bû serokkomar ku xewn û xeyala jiyana wî bû...

Dawiyê lingê xwe li partiya xwe ya nû û hevalên xwe xist û vegeriya nav YNKê. Lê jê re hatibû gotin, “Kaka me tu kir serokkomarê Iraqê, behsa şefîtiya YNK meke, bêzehmet!“
 
Ev taybetmendiyên Berhem Salih kêm zêde dihatin zanîn.

Lê hinek tiştên din ku nedihatin zanîn bi belgeyên WikiLeaks eşkere bûn.

Malpera Kurdistantimes, ku weşana xwe ji bajarê Silêmaniyê dike, hinek belgeyên WikiLeaks eşkere kir.
 
Berhem Salih, di wan belgeyan de PKKê wekî “Derewçî, kor, mirovên xirab, firsendperest“ pênase dike û dibêje, divê ew teslîmê Tirkiyê bibin.
 
Gava van gotinan dike, durûtî û firsendperestiya wî nayê bîra wî….
 
Amerîka di sala 2003an de, ango bi hilweşandina rejîma Sedam re, dest bi danîna stratejiyeke nû li Iraqê kir. Di çarçoveya wê stratejiyê de diviyabû tevaya hêzên çekdar li Iraqê werin tasfiye kirin. Her weha, Amerîkiyan bêçekkirina hêzên pêşmerge jî kiribûn armanc, lê piştre rastiya kurdan û hêzên pêşmerge fêm kirin û ji biryara xwe poşman bûn.
 
Lê belê berpirsên emerîkî, li ser tasfiyekirina Ensar ûl Îslam û PKKê li Iraqê bi biryar bûn. Ew herdu hêz jî li Qendîlê diman. Elî Bapîrê Komela Îslamî ya nuha, wê demê yek ji serkirdeyên mezin yê Ensar ûl Îslama hevpeymana El Qaîde bû.

Berpirsên Amerîkî, li ser benda “Adaptekirina Civakî“ ya destura Tirkiyê ji sala 2003yan ve hatibûn xapandin. Wan ji PDK û YNKê pirs dikirin, mirov çawa dikare kadirên PKKê têbigihîne ku cihê wan li Qendîl û Iraqê namîne.

Di wê çarçoveyê de hevdîtinên amerîkîyan ligel serok Mesûd Barzanî û Mam Celal jî çêdibûn. Berhem Salih jî nêzîktirîn kesê di navbera Mam Celal û amerîkiyan de bû.

Li gor belgeyên WikiLeaks Berhem Salih, ne bes tenê rizamendiya xwe ji bona tesfiyekirina PKKê nîşan daye, herwiha wî bi hemî hêza xwe ji bo tesfiyekirinê wek şêwirmendekî stratejîst kar kiriye.
 
Berhem Salih, li gor belgeyên WikiLeaks, ji berpirsên amerîkiyan re gotiye, “Serkirdeyên PKKê metodên dijwar li ser endamên xwe bi kar tînin. Ji bona ku jimareyek zêde ji kadirên PKKê teslîmê Tirkiyê bibin pêwîste PDK û YNK jî bi hev re kar bikin.“

Berhem Salih herwiha gotiye: “Divê Amerîka bijardeya serbazî bi kar nayîne ji bona ku ev dikare balansa aramiyê li herêma Kurdistan û Iraqê têk bide. Eger amerîkî bikaribin endamên PKKê razî bikin, ku dawiya teslîmbûna wan li Tirkiyê pêşwaziyek baş li wan tê kirin, ew dê li jêr çavdêriya rêxistinên navdewletî bin, yan jî li jêr çavdêriya Neteweyên Yekgirtî bin, wê demê dibe ku gelek ji wan teslîm bibin.“

Berhem Salih ji amerîkiyan re gotiye: “Em jî naxwazin ku PKK li Iraqê bimîne. Serkirdeyên wan mirovên xirab in, kesên ku ketine duv wan wisa kor bûne ku rastiyê nabînin. Baweriya min bi wan nayê, ew derewçiyên firsendperest in, eger hûn wisa bikin ku ew nemînin ji bo me jî baştir dibe.“

Herî dawî Berhem Salih ji berpirsên amerîkî re gotiye, divê Mesûd Barzani jî hevkariyê ligel wan bike. Divê ji Barzani re zelal be ku PKK wek kartekî fişarê li hemberî Tirkiyê bi kar nayê. Ji aliyê din, divê Tirkiyê jî hewl bide ku Ocalan hevkariya vê bernameyê bike.
 
Li gor belgeyên WikiLeaks helwesta Berhem Salih, ku yek ji mîmarê veşartî yê xiyaneta 16ê Oktoberê bû, li beramber PKKê gelek zelal e. Ez, di vê nivîsa xwe de nikarim bibim parêzvanê PKKê. Bila ew bi xwe bersivê bidin.
 
PKK divê ji Berhem Salih re bêje, ku ew ne “derewçiyên firsendperest in“
PKK divê bikaribe bêje, mafê Berhem Salih nîne bernameya tirkan li ser wan ferz bike.
 
Lê sed heyf û mixabin PKK vê nake, ji ber ku;

PKK, xwe tenê bi tenê li ser dijminatiya Barzaniyan û PDKê konsantre dike,

PKK naxwaze kilawatên Berhem Salihî bibîne,

PKK naxwaze metirsiyên rasteqîne li ser tasfiyekirina xwe bibîne.

Belê PKK hê nizane wê Îran, Rusya û Tirkiyê çi bînin serê wê…

Hê jî di wê baweriyê de ne ku wê bikaribin bi çîrokên wek Dalya Muslim li PDKê û Barzanî bixin...
 
Gelek heyf û mixabin....


Rojhat Amedî 

04.08.2020 


Ev nivîs 211039 car hatiye xwendin.