Li ser dilovaniya mamoste Prof. Cemal Nebez...
“KURD KÎ NE, JI KÎ RE KURD TÊ GOTIN?“
Duhî, Mamoste Cemal Nebez li Berlinê koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe...
Min ew di sala 1985 de li Berlinê nas kir û di navbera me de dostaniyeke germ dest pê kir.
Ez ji wî gelek tiştan fêr bum.
Yek ji sedemên herî girîng a ku min bi Mamoste Cemal Nebez ve nêzîk dikir, fikr û ramanên wî bûn. Ji ber ku ew ne çep û komunîst bû. Di salên 80ê de, kesên ku di siyaseta Kurd de çalak bûn, %90 ji wan bi fikra komunîstiyê tevdigeriyan.
Di wan deman de ji bo siyasetmedarên Kurd çepîtî û komunîstî bingehên rasteqîn bûn.
Tevgera herî lîberal û demokrat a ku wek PDK dihate naskirin, rêveberiya wan jî li Ewropa xwe çep û komunîst didîtin. Lê ez wek kadirekî PDKê ne çep û ne jî komunîst bûm. Ez bi gotina wan „BARZANÎCΓ û „KEVNEPEREST“ bûm. Serê min ligel serkirdayetiya komunîst ya PDKê li Ewropa tim û tim di teşqeleyê de bû...
Ji bo wan rêvebirên komunîst ya PDKê, ramana komunîstiyê ji neteweparêziya Kurd gelek girîngtir bû. Dîrok û behsa Sovyetê di dîrokê de, ji behsa tevgera rizgarîxwaza netewa Kurd gelek girîngtir bû.
Ji bo nimûne:
Ji bo komunîstên di nav PDKê de, Lenîn û Stalîn ji pêşewa Qazî Mihemed û ji serokê nemir Mistefa Barzanî gelek çêtir û pêşketîtir bûn.
******
Min di demek wiha de Mamoste Cemal Nebez nas kir ku li ba wî berî her tiştî Kurdbûn gelek girîng bû. Ziman û dîroka Kurdan gelek girîng bû. Fikra netewî ya Kurd girîng bû. Ji bo wî, mezinatiya welatê Sovyet û serkirdeyên wan wek Lenîn û Stalîn qet ne girîng bûn. Rêz û îhtiramên wî ji bo serkirdeyên wek Sêx Seîdê Pîranê, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Mistefa Barzanî hebû.
Min Mamoste Cemal Nebez bi van nêzîkbûnên wî nas kir.
Ji bo Mamoste Nebez, kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd û dixwazin di tevgera rizgarîxwaza netewa Kurd de cih bigirin, divê berî her tiştî ew wek Kurd fikir bikin. Ji bo ku netewa Kurd hatiye perçekirin û li ser wan nasnameya Tirk, Ereb û Ecem hatiye ferzkirin, divê siyasetmedar û rewşenbirên Kurd berjewendiya netewa Kurd esas bigirin.
Mamoste Nebez, tu caran ji wan kesan hez nedikir û nêzikê wan nedibû, ji wan kesên ku ideolojiyên bêgane yan dîn di pêşiya Kurdayetî de esas digirtin.
Loma, pirtûkeke li ser vî babetî, "Kurd kî ne, ji kî re Kurd tê gotin“ nivîsandibû. Ev pirtûka wî jî bû sedem ku gelek Kurd pênaseya Kurdbuniyê fêr bibin.
Herçend Mamoste carna tore dibû jî lê ez bi dostaniya wî hertim serbilind bûm ku hîn jî serbilind im.
Min dikarî guhdariya wî bikim, gava ew behsa netewperweriya Kurd dikir.
Min dikarî ji wî fêr bibim, Kurd kîne ji kî re Kurd tê gotin.
Min dikarî di warê ziman de ji wî istîfade bikim.
Ya herî girîng;
Di hemû waran de me ji hev fêm dikir. Ez PDKê bûm, lê ew ne PDK bû.
Mamoste Cemal Nebez ji gelek PDKyiyan nêzîktirê min bû.
Ez ji wî fêr bûm ku Kurdên ji parti û rêxistinên cuda, dikarin bibin dost û hevalên hev.
Min li ba wî dît ku xeta nîştîmanî ji xeta partîbûnê girîngtir e.
Min li ba wî dît ku netewperweriya Kurd, weka ku komunîst û çep digotin, ne eyb e, lê pêwîstiyeke rewa ye ji bo Kurdan...
Xwedê parezvanê te be Mamosteyê delal,
Cihê te bihişt be...
Rojhat Amedî
09.12.2018
Ev nivîs 210948 car hatiye xwendin.