PKK şîret û pêşniyaran qebûl nake
Li seranserê cîhanê, ji bona her welat û hêzekê çek û çekdarbûn bûye parçeyekî jiyanê ku kes nikare ser derbaz bibe. Ji roja ku însan li ser erdê peyda bûne ta roja îro bi çêkirina çekên cur be cur jiyana mirovatiyê berdewam e.
Hinek bi çekdarbûniyê, xwe diparêzin û daxwaza kêmkirina çekan dikin. Ev welatên demokrat û dewletên yasayî ne.
Hinek jî bi çekdarbûniyê, hegemonya xwe firehtir dikin. Wek welatên dîktator Rusya, Çîn, Îran û Tirkiye.
Di her hal û karî de aliyên çekdar, dikarin xwe biparêzin û jiyana xwe misoger bikin, lê aliyên bê çek jî mehkûmê jiyana bindestî, koletî û derbederiyê ne. Heyf û mixabin, lê cîhana însanan hê jî ji qonaxa wehşîtiyê û metirsîdar derbaz nebûye…
Loma, di vê qonaxa hanê de mafê tu kesî nîne ku çekdarbûniyê ji hêzên Kurdan re qedexe bike. Wek hemû milet û welatên cîhanê mafê Kurdan û hêzên Kurdan jî heye, ku xwe bikin hêzeke bi çek.
PKK û çekdarbûn
Min li jor bi kurtî, îşaret li ser sedemên çekdarbûniyê da.
Çawa ku hêzên Başûrê Kurdistanê bi çekdarbûniyê dest bi xebata xwe kirin,
Çawa ku tevaya hêzên Rojhilatê Kurdistanê çekdar in û çawa ku Rojavayê Kurdistanê bi hêzên çekdariyê xwe gihand qonaxa azadiyê, her wisa, PKK jî mafê wê heye wek hêzeke çekdar bimîne.
Lê belê, divê PKK wek hêzeke çekdar hinek realîteyan bîne ber çavên xwe;
- Berî her tiştî divê şerê çekdarî ne li ser prensîba hêrîşkariyê, divê ew li ser prensîba xwe parastinê biçe serî.
- Divê PKK bizanibana, ku ew li hember Îran, Iraq û Suriyê şer nake. Ew şerê Tirkiyê dike, ku hê jî endamê NATO ye. Ev şer gelek cuda ye û diviyabû PKK guhdariya şîretên Amerîka û Ewrupayê bikira.
- Diviyabû PKK guhdariya şîretên hêzên Başûrê Kurdistanê bikira, ku ew berî PKKê di nava şerê çekdarî de bûn û baş dizanin ka berjewendî û malwêraniya şerê çekdariyê çiye.
PKKê hizra van realîteyan nekir.
Guhdariya welatên “Emperyalîst” nekir.
Ji derveyî xwe hemû hêzên Kurdan xayîn destnîşan kirin.
Ne bes tenê Bakurê Kurdistanê, herwiha li hemû parçeyên Kurdistanê rêxistin û partî damezrandin û xwe li ser wan ferz kir.
Bi kurtî, hemû aliyên din ên Kurd û welatên rojava ji xwe re kirin dijmin û bi vê serhişkiya xwe şerê xwe berdewam kirin. Lê şikest li ser şikestê xwarin…
Ew PKK ya ku berê li Dêrsim, Erzincan, Erzerom, Agirî, Mûş, Wan, Riha, Entab, Amed hebûna xwe diparast, niha li Şirnex û Colemêrgê jî nemaye.
Herwiha, bi sedema şerê wan, Tirkiyê tevaya Bakurê Kurdistanê bi baregahên leşkerî dagirtiye û zordariya dewletê jî ji berê zêdetir bûye.
Piştî şerê 35 salan, hê jî wê li Şirnex û Colemêrgê 1-2 leşkerê bêguneh bikûjin û vegerin Garê, Xakûrk û Qendîlê. Û Artêşa Tirkiyê jî bi tank, top û bi balafirên xwe bidin duv wan û Herêma Kurdistanê tim û tim bombebaran bikin.
Di rewşeke wisa de mafê hinekan heye ku bejin; “Em vê boçûna PKKê nema qebûl dikin!” Ew jî Başurê Kurdistanê ye. Ev herêm 29 sal in hatiye azad kirin. Xwedî hikûmet, serokatî û xwedî desthilatdariyeke siyasî ye.
Madem PKK dixwaze di vê herêmê de bimîne, divê ew bê qeyd û şert pêşniyarên hikumeta Herêma Kurdistanê qebûl bike. Gotinên; “Ev der Kurdistan e, em dikarin bi gor dilê xwe li başur tevbigerin” ji realîteya rewşa siyasî gelek dûr e.
Divê PKK hişê xwe bîne serê xwe.
Miletê Kurd û hêzên Kurdan ne dijminê PKKê ne.
Divê PKK êdî guh bide milet û hêzên Kurdan
PKK dikare li Şingalê ligel Heşdî Şabî kar bike û eger nikaribe ligel hikumeta Herêma Kurdistanê kar bike, wê demê çewtiyeke gelekî mezin di PKKê de heye.
Kurd di demeke gelekî nazik de derbaz dibin. Mafê tu kesî nîne bi qedera miletê Kurd bileyîze…
Pirsek rewa ji PKKê;
Ev 35 sal in ku we hinek deverên Başûr ji xwe re kirine baregeh û hûn ta niha negihîştine encamekê, gelo tehemula we heye ku hûn 35 salên din li wir bimînin?
Ev nivîs 211054 car hatiye xwendin.