SORIK (Measles, Morbilli)
Sedem: Nexweşiya sorikan tê veguheztin, di rêya dezgê pişûyê/ henaseyê re ya kesê bi sorikan ketî, bi navgîniya peşk û pizrûkên ku dipekin, dema kuxîn û pişkandinê, yan jî bi gihîştina zindî û rastewxo di gel rêjemeniyên (secreta) bêvil û qirikê.
Berjeng (symptom: Piştî dema hembêzkirin û dayeniyê, berjengên nexweşiyê dest bi derketinê dikin, bi bilindbûna pileya germiya laş heta 39 pileya sedane yan zêdetir, û seranserî 3-4 rojan, di gel persîveke dijwar û kuxikeke zuha û sorbûna çavan, ta ku destpêka derketina xiltên çermî, yên ku pêkhatî ne ji deqên sorî berbelav li ser rû, dûv re xwe vedigirin gerden û piyên jorî laş, dûv re beden û hemû laşî, ev deq berdewam dikin heta roja heftan, dûv re ev berjeng berebere ber bi tunebûnê ve diçin.
Hemî pêketiyên sorikan ber bi saxlemiyê ve diçin û asêgeriya (immunity) dijberî vîrûsa sedemdara vê nexweşiyê bidest dixin.
Lê hinek kesên bi sorikan ketine gazinan ji peresendina dirjang (complication) û aloziyan dikin, wekî kulbûna guhê navîn, kulbûna borî û kirkirokên bayî, yan kulbûna pişikê.
Çareserî: Dijberê taybet bi vîrûsa nexweşiya sorikan nîne û çareserî pêşkêşkirina guhdana tenduristîyê, parastina ji zuhabûnê, bi dana şilemeniyan û êşbiran (analgesic) û germkêmkeran û çareserkirina aloziyên pêketina bi sorikan wekî kulbûna pişikî, di gel liberçavgirtina goşegîrkirina tenduristî ya kesê pêketî daku ev nexweşî venegire wan kesên dî yên têkildar di gel wî.
Xweparêzî: Zarok ji dema jidayikbûnê heta temenê 8 heyvî xwedî asêgeriyê ne – ev jî ji dana xwedê ye- dijî nexweşiya sorikan ya ku ji asêgeriya diya xwe distînin ya ku ji berê ve pê re heye.
Lê zarok piştî temenê yeksalî, danadeqavka dijberî sorikan ji bo wan dest pê dike, li gorî xişteya petromekirina 2 bingehên destnîşankirî ji aliyê şalyariya tendirustiyê ve. Dûv re qumeke pişevaniyê ji deqavkê tê dan di temenê 4- 6 salî de.
Di rewşa berbelavbûna nexweşiyê di navçeyeke ji welêt de, wê demê qumeke xweparêziyê ji deqavka dijberî sorikan tê dan ji bo zarok û mezinan.
Deqavka dijberî sorikan: Deqavka (aşî, derzî) dijberî sorikan ji sê vîrûsên dijberî; sorik (measles) û sorika almanî/sêroje (rubella) û gabelisk (mumps) pêk tê. Ev vîrûseke lawazkirî ye, dezgeha asêgeriya laşê mirov han dide ku tenên dijber ji vê vîrûsê re dirûst bike, bi vî awayî laş dibe xwedî asêgeriya pêtivî, deqavk bi awayê şafkerekê li masûlkê tê dan.
Ev nivîs 210722 car hatiye xwendin.