Tenduristiya Pitik û Zarokan: Nelihevkirina xwînê
Nelihevkirina xwînê pirsgirêkek pir mezin e di civakê de bi taybetî bo kesên ku nû zewicîne û daxwaziya wan ew e ku bibin xwedî zarokên saxlem.
Gelek pirs di mejîyên jin û mêran de derbas dibin? Gelo nelhevkirina xwînê wê bibe sedema mirina zaroka me an seqetbûna(astengdariya) zarok û ma gelo em ê karibin bibin dayik û bav?
Nelhevkirina xwînê gava bav Rh pozîtif û dayîk Rh negatîf be, lihevnehatina Rh'ê wisa pêk tê.
Dayik RH negatîv, bav RH posîtîv û zarok jî RH posîtîv be hingê pirsgirêkek mezin derdikeve holê. Anku nelihevkirin pêk tê.
Heke grûpa xwîna dayikê (0) be û ya bav û zarok (A,AB yan jî B be dîsa nellihevkirina xwînê derdikeve holê.
Bi riya navik û werîsê navikê (cordon) û malzarokê (plasenta) dan û standin di navbera dayik û zarokê de çêdibe. Bi vî awayî dê xwarinê dide pitikê. Bebek jî (xurdekirinên) metabolizmayê dide dayikê. Dayîk jî van bi riya gurçikan ji laşê xwe diavêje.
Rh pozîtif yanî di xwîna bebek de D antijen heye. Ev bi riya werîsê navik û plasentayê derbasî xwîna dayikê dibe. Hêdî hêdî di xwîna dayikê de antikor tê çêkirin. Ev antîkor di hemilbûna (ducanîbûna) 2emîn de ziyanê dide bebekê.
Heke di ducanîbûnê de jî ji alîyê pisporan ve xweşik dayik neyê şopandin şaneyên bi navê antîkoran xwîna zarokê parçe dike, hemolîz dike. Ev jî dibe sedema Nelhevkirina xwînê. Bêxwînî, zerik ziyanê dide mêjî û dibe sedema têkçûna dil û mirina zarok.
Ji sedî %85 ji mirovan rh +
Ji sedî %15 ji wan jî rh –
Gava grûpa xwîna zarokê di zikê dayikê de RH posîtîv be hingê pêwîste em derziya antî D li dayika ducanî ya di heftiya 28 an de ye, bidin. Lê gelekî zehmete em grûpa xwîna zarokê di zikê dayikê de nas bikin. Heger bê naskirin jî ew jî bi riya fetal DNA amniyosentezê dikare diyar bibe lê zehmete û gelekî biha ye. Lewre jî ew derziya ku li dayikê dikeve bêsebebe ji ber ku ji sedî 15 ji zarokên di zikê diya xwe de grûpa xwîna wan RH neqatîv in.
Dema ku di xwîna mirov de D antîjen tune be hingê grûpa xwînê wekî RH negatîv tê binavkirin.
Wexta dayika Bihemle ya ku grûpa xwîna wê RH negatîv be piştî zarok ji berçûnê jî divê derziya antî D lêkeve.
Ji bo parastina bebekê duyemîn ê ku ji vê dayikê re bibe divê derzî li dayikê bikeve.
Heger dayika bihemle bi baldarî ji alî doktor ve bê şopandin û piştî welidandinê bi 72 saetan derzî li dayikê bikeve wî wextî wê zarok saxlem bê dinyayè.
Heger ew derzî lê nekeve wê zarok pir kêmxwîn be û zerikî be.
Piştî 2-3 heftiyên ji hemlê şaneyên xwîna zarok ji nû ve çêdibin.
Wexta abort anku zarok jiberçûn hebe wê gavê derzî ne lazim e.
Lê kengî xetere û risk dest pê dike, di heftiya (8-10) û bi jor de. Ji ber ku abort (jiberçûna zarokê) şaneyên xwînê çêkirine em gruba xwîna zarokê nizanibin jî gerek derzî li dayike bikeve.
Heger xwîna bebekê Rh negatîf be hewcedarî bi derziyê tune ye.
Di dema bihemilbûnê de heke şert û merc tune bin ku grûpa xwîna dayikê were zanîn lê piştî 2 mehan jî heke derfetê naskirina xwîna dayikê çêbûn dîsa jî ne derenge û bi riya testa Îndêrek coombê tê naskirin.
Xwîna pitik bi riya werîsê navikê û plasentayê dikeve nava xwîna dayikê, heke xwîna pitik RH negatîv be li hemberî wê antikor di xwîna dayikê de çêdibe. Lewre jî ew antikor dibe sedema mirina zarokê hemla duyemîn.
Heke di 12 heftiyên pêşî ên bihemlbûna dayikê de lnd coomb posîtîv be di heftiya 28an de divê derzî li dayikê bê xistin. Ji bo naskirin hewcedariya bi derziyê divê dayik bê navber ji alî doiktorê xwe ve wewre kontrolkirin.
Nelhevkirina A, B û O’yê ne gelekî xerab e û bi taybetî nelhevkirina A, B, Oyê sivik derbas dibe. Rh, A,B,O bi hevdûn re sivik derbas dibe.
Ji bo tenduristiya zarokan divê beriya zewacê herdu alî beriya ku biryar bidin bibin dê û bav, testa xwîna xwe bigirin. Di dema hemlê de jî her meh ji alî tîma tenduristiyê werin şopandin û kontrolkirin.
Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê nexweşiyên zarokan)
Ev nivîs 210728 car hatiye xwendin.