2500 Swîsreyî: Êrîşên Tirkîyê rawestînin!

Li seranserê cîhanê nerazîbûn û nefreta li dijî Tirkîyê û êrîşên wê yên li ser Efrînê zêdetir dibe. Bi taybet kujtina zarok û Kurdên civîl kêr gîhandiye hestî û nerazîbûna mirovên hestiyar li dijî Tirkîyê gîhaye astek bilind.

Piştî 100 rewşenbîr, derhêner, nivîskar, akademîsyen û kesên navdar ên Almanyayê bang li Serokwezîra Alman Angela Merkel kirin ku bêdeng nemîne û helwestê li dijî Tirkîyê bigre, niha jî 2 hezar û 500 Swîsreyî bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin ku zixtê li Tirkîyê bikin û operasyona ser Efrînê rawestînin.

Kampanya ku ji alî komek Swîsreyî hatibû destpêkirin, xwe gîhand 2500 kesî û enncama wê kampanyayê bi nameyekê ji Konseya Federal a Swîsreyê re hat pêşkêşkirin. Di nameyê de ji Konseya Federal a Swîsreyê hat xwestin ku Swîsre helwestek eşkere li hember Tirkîyê bigre û zixtan bide Tirkîyê da ku êrîşên li ser Efrînê rawestîne.

Di nameyê de ji Konseya Federal a Swîsreyê hatiye xwestin ku Swîsre û hêzên navnetewî li Rojavayê Kurdistanê herêmek ewle ava bikin û xwedî li Kurdan derkevin.

Hinek kesên ku beşdarî kampanyayê bûne ev in:
Jean Ziegler, Ilias Panchard, Christiane Perregaux, Luzian Franzini, Ueli Leuenberger, Prof.Erica Deuber Ziegler, Carlo Sommaruga, Lisa Mazzone, Laurent Wehrli, Balthasar Glattli, David Payot, Josef Lang, Tommy Vercetti Luca Schalbetterr.”

Z.B


Ev nivîs 210801 car hatiye xwendin.