55 milyon hilbijêr, 500 milyon zerf!

Li Tirkîyê di her hilbijartinan de sextekarî û dizîya ra û dengan tên kirin. Bi taybet di van çend hilbijartinên demên dawîn de li Tirkîyê dizîya zerfên hilbijartinê zêdetir bû. Xuyaye ji bo hilbijartinên 2019an ji niha ve amadekarîya dek û dolabên hilbijartinê tên kirin.

Dezgeha Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo hilbijartinên 2019an (hilbijartina serokkomar, hilbijartinên herêmî û giştî) ji niha ve plan û projeyên dizîya zerfan daye destpêkirin. YSK a ku diviyabî bê alî û bê teref be, ji bo ku Serokkomarê Tirkîyê Erdogan û partîya wî AKP biserkeve, çi ji destê wê tê dike. Dizî û pevguhertina zerfên hilbijartinê jî yek ji wan e.

Balkêş e, li Tirkîyê 55 milyon hilbijêr hene. 55 milyon kesên ku dengên xwe bidin hene. Lê YSK ji bo hilbijartina 2019an 500 milyon zerfên hilbijartinê daye xwestin.

YSK, ji Ofîsa Malzemeyên Dewletê (DMO) 500 milyon zerf xwestiye. Li gor hersê hilbijartinan, her hilbijêrek kare 2 zerfan bi kar bîne. Li gor vê jî, ji bo 55 milyon hilbijêr 110 milyon zerf pêwist in. Lê YSK 500 milyon zerf xwestiye. Ango, 390 milyon zerf zêdetir xwestiye.

Di vê derbarê de wekîlê partîya CHP Haluk Pekşen anî zimên û got: “Ji alî YSK ve xwestina 500 milyon zerfên hilbijartinê şik û gumanek mezin di serê mirovan de çêdike. Em hertim tînin zimên ku wê di hilbijartinan de sextekarî û hîlebazî bên kirin. Li gor yasaya dawîn, wê zerfên nemohrkirî jî bên qebûlkirin. Ev yek jî şik û gumanên me disediqîne“.

Li gor ankêt û lêpirsînên dawîn koalisyona (tifaq û hevkarîya) AKP û MHP xwe nagihînin %50-51 û di sînorek xeter de ne. Operasyona ser Efrînê yek ji operasyona qezenckirin û serketina hilbijartinan e. Û xwestina 500 milyon zerfên hilbijartinê jî dide xuyakirin ku wê di hilbijartinan de ji bo serketin û qezenckirina AKP û MHP di pişt perdeyan de gelek lîztik bên lîztin.

Z.B


Ev nivîs 210782 car hatiye xwendin.