Ala Talabanî vegerîya ser eslê xwe
Ala Talabanî, ku yek ji serkirde û rêvebira YNK û li parlamentoya Îraqê seroka firaksiyona YNK bû, bû namzeta Hevgirtina Bexda.
Ala Talabanî, yek ji wan kesên nav YNK bû ku herî zêde dijminatîya Kurdan û referandûma serxwebûnê dikir, diçû cem Nûrî Malikî, yekîtîya xaka Iraqê diparazt û digot em Iraqî ne.
Ala Talabanî, herweha li Bexdayê gilîyê Kurdan dikir û ji hikûmeta Bexdayê daxwaz dikir ku pare û mûçe ji Kurdan re neşîne.
Wek bav û kalên me gotine, reva pisîkê heta dawîya kadînê ye. Reva Ala Talabanî jî heta Bexdayê ye.
Talabanî, berî niha gotibû ku “Malbata Talabanî bi eslê xwe ne Kurd in, Ereb in“.
Ala Talabanî, bi namzetbûna ji bo Hevgirtina Bexda carek din rûyê xwe yê reş eşkere kir ku ew ne Kurd e, ne Kurdistanî ye û dijminê qewmê xwe ye.
Z.B
Ev nivîs 210780 car hatiye xwendin.