Alman li dijî Tirkîyê ne

Peyama Kurd / Nakokîyên navbera Amerîka û Tirkîyê bû sedemek din ku dolar û euro bilind bibin û aborîya Tirkîyê berbi xirabbûnê ve biçe. Tirkîye zêdeyî 400 milyar dolar deyndar bûye û herî dawîn ji Çînê 3 milyar dolar deyn kir û bi Katarê re jî peymanek bi 15 milyar dolarî çêkir.

Di derbarê alîkarîya bi Tirkîyê re Alman dudilî ne û naxwazin alîkarîya aborî bi Tirkîyê re bê kirin. Partîya Sosyal Demokrat (SPD) ji roja roj de dostê Tirkîyê ye û di dema desthilatdarîya xwe de alîkarîyek mezin bi dewleta Tirk re dikir. SPD îro jî dixwaze di warê aborî de alîkarî bi Tirkîyê re bê kirin.

Seroka SPD Andrea Nahles, ji bo alîkarîya aborî bi Tirkîyê re bê kirin pêşniyazek pêşkêşî hikûmeta Alman kir. Lê hikûmeta Alman pêşniyaza seroka SPD nepejirand û got ku wê tu alîkarî bi Tirkîyê re neyê kirin.

Ji alîyê din, rojnameya Die Welt ankêtek bi şîrketa Civey da çêkirin û deng û raya Almanan ya di derbarê Tirkîyê de weşand.

Li gor ankêta ku şîrketa Civey daye çêkirin, ji %71ê Almanan naxwazin ku alîkarîya aborî bi Tirkîyê re bê kirin. Ji partîya SPD %46 alîgirên alîkarîya bi Tirkîyê re ne û %42 jî li dij in. Ji Partîya Keskan ji %52, Partîya Çep ji %67, ji partîya CDU (partîya Angela Merkel)  ji %69, ji partîya FDP ji %80 û ji partîya Alternatîf (AFD) jî ji %94 li dij Tirkîyê û alîkarîya Tirkîyê ne.