Amerîka: Em piştgirîya Kurdistanek bihêz dikin

Kurdistanek bihêz û hêzek yekgirtî û profesyonel a pêşmerge hema bêjin ji alî piranîya dewletên Ewrûpayê û Amerîkayê ve tê ser zimên û piştgirî jê re tê dan. Herî dawî rayedarên Amerîkayê dîsa behsa Kurdistanek bihêz û hêza pêşmergeyên profesyonel kirin.

Serdarê Ofîsa Hevbeş a Koardînasyona li Iraqê Heneral Ralph Baker, tevî şandeyek artêşa Amerîkî serdana Hewlêrê û Wezîrê pêşmerge Kerîm Şingalî kirin.

Di civîna herdu alîyan de şandeya Amerîkî, Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cabar Yawer, Alîkarê Wezîrê pêşmerge Serbest Lezgîn, Cafer Şêx Mistefa û Necat Elî amade bûn.

Mijara civîna herdu alîyan li ser berdewamîya hevkarî û koardînasyona navbera hêzên pêşmerge û hêzên Amerîkî û pêşxistina têkilîyên herdu alîyan bû.

Piştî civînê, hat daxuyandin ku General Ralph Baker li ser navê Amerîkayê daye zanîn û gotiye:  Amerîka piştgirîya Kurdistanek bihêz û pêşketî û hêzek profesyonel a pêşmerge dike.

Z.B


Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.