Her çiqasî Serokê Amerîkayê Donald Trump dabû zanîn ku ewê leşkirên xwe ji Sûrîyê vekişînin jî, dixuye ku dema vekişandina leşkirên Amerîkayê ne kifş e û bi ser de Amerîka baregeh û binkeyên xwe li Rojavayê Kurdistanê xurttir dike.
Nîşana vê yekê jî ev e ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê, li ser rêya Hesekê-Dirbesiyê baregehek nû ji bo leşkirên xwe ava kiriye. Di wêneyên satelîtê de dixuye ku wê balafir û helîkopter jî karibin xwe li vê baregehê deynin.
Daxuyanîyên rayedarên Amerîkayê nîşan didin ku ewê hê demek dirêj li Sûrîyê bimînin (bi taybet li Rojavayê Kurdistanê) û heta ÎŞÎD xilas nebe wê Amerîka û hêzên hevpeyman terka Sûrîyê nekin.
Z.B