Beşar Esed: Erdogan alîkarîya terorîstan dike
Serokê Sûrîyê Beşar Esed, hevpeyvînek bi rojnameya Yûnanî Kathimerini kir û ji Stelyo Berberakis re axivî.
Beşar Esed, anî zimên ku Erdogan alîkarîya terorîstan dike û xaka Sûrîyê dagîr kiriye û got: “Erdogan berjewendîyên Amerîkayê diparêze. Heft sal in em li hember artêşa Tirkîyê şer dikin. Ji bo me terorîst artêşa Erdogan e, artêşa Amerîkayê ye, artêşa Siûdîyê ye. Her çiqasî ew cuda bên xuyakirin jî, lê ew berjewendîyên Amerîkayê diparêzin“.
Li gor Esed, çi hêzên ku neyasayî bên Sûrîyê dijminê wan e û got: “Pêşî divê hûn li dijî terorîstan şer bikin. Heke xakek zêde bidest xistin, divê hûn bi temamê artêşê şerê êrîşkaran bikin. Tirk, Fransî, kî dibe bila bibe. Hemû dijmin in“.
Beşar Esed, anî zimên ku Erdogan piştgirîya Brayên Misilman dike û got: “Lê belê gelê Tirk ne dijminê me ye. Divê em cudahîyê têxin navbera gelê Tirk û Erdogan. Piştî ku şerê li Sûrîyê rawestîye, wê yekîtîya xaka Sûrîyê pêk bê. Ji bo avadanîkirina Sûrîyê wê pêwistî bi 200 heta 400 milyar dolarî hebe“.
Di derbarê serokatîya wî de jî Esed anî zimên ku biryar biryara xelkê Sûrîyê ye û got: “Ez zanim min di paşerojê de xeletî kirine. Lê gotina dawîn gotina xelkê Sûrîyê ye, wê xelkê Sûrîyê di derbarê serokatîya min de biryara xwe bide“.
Z.B
Ev nivîs 210769 car hatiye xwendin.