Bextiyar: Çareserîya herî baş federasyon e
Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê û mirina Kurdên sivîl berdewam e. Her çiqasî ji roja ewil û heta îro PYD destûr neda û nade ku 10 hezar Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û welatê xwe ji êrîşên dijmin biparêzin jî, rayedarên PYD ketine nav hewldanan û li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bi alîyên siyasî re dikin. Bi ser ku alîkarîya Kurdên Rojava û PYD bi piştgirî û alîkarîyê heye û PYD bi serê xwe nikare li hember êrîşên Tirkîyê raweste jî, derbasbûna Pêşmergeyên Roj heta vê kêlîkê jî ji rayedarên PYD re wek sedema şer tê qebûlkirin. PYD ji alîyekî behsa yekîtîya netewî dike, ji alîyê din ji derbasbûna Pêşmergeyên Roj wek sedema şer dide pêş û rê li ber tifaq û nekîtî yan jî hevkarîyek netewî digre.
Hevserokê PYD Şahoz Hesen, di serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê de serdana alîyên siyasî kir û li piştgirîyê gerîya. Herî dawîn bi endamê Polît Buroya YNK Mela Bextîyar re derket pêşberî çapemenîyê û axivî.
Şahoz Hesen, anî zimên ku piştî biryara agirbestê ya Yekîtîya Milletan êrîşên Tirkîyê zêdetir bûne û got: “Sedema zêdebûna êrîşên Tirkîyê peymanên Tirkîye û Rûsya yên pişt perdê ne. Hevkarîya Tirkîye û Rûsyayê rê li ber pêkhatina agirbestê digre, xeterîya ku Tirkîye êrîşî Minbic û herêmên din bike berdewam e“.
Endamê Rêveberîya YNK Mela Bextîyar jî behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û anî zimên ku “ji bo Rojavayê Kurdistanê çareserîyek siyasî şert e“ û got: “Heke ewlekarîya herêmê bê xwestin, ji bo Tirkîye, Sûrîye û Hêzên Rojavayê Kurdistanê sîstema federasyonê rêya herî baş e“.
Z.B
Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.