Bi xistina balafira Îsraîlê Rojhilata Navîn germtir bû

Piştî ku firokeyek bê mirov a Îranê derbasî xaka Îsraîlê bû û ji alî Îsraîlê ve hat xistin, Îsraîlê êrîşî baregehên Îranê yên li Sûrîyê kir û herweha baregehên Sûrîyê jî bombebaran kir. Li gor agahdarîyên Îsraîlê, di êrîşên Îsraîlê de 12 baregehên Sûrîyê û Îranê hatin wêrankirin û darbeyek mezin li hêzên Sûrîyê û Îranê ket.

Piştî êrîşên Îsraîlê, Sûrîyê jî balafira şer F- 16 a Îsraîlê anî xwarê û rewşa herêmê germtir bû. Ji sala 1982an ve cara yekem e ku balafirek Îsraîlê ji alî Sûrîyê ve tê xistin. Êrîşên herdu alîyan nîşan dide ku wê rojeva  Îsraîl, Sûrîye û Îranê germtir bibe û wê ev germbûn bandora xwe li seranserê Rojhilata Navîn jî bike.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de anî zimên ku Îsraîlê darbeyek mezin li hêzên Îran û sûrîyê xistiye û got: “ Me darbeyek mezin li hêzên Îran û Sûrîyê xist. Emê bersivê bidin her hewla ku li hemberî me tê kirin. Siyaseta ku me dişopand ev bû, wê wisa jî bimîne. Emê li hember her êrîşê xwe biparêzin“.

Ji alîyê din, di derbarê gengeşî û nakokîyên herêmê de Amerîkayê bala Îranê kişand. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, daxuyand ku ew ji zêdebûna nakokîyên li sînorên Îsraîlê gumanbar in û got: “ Em bi awayekî xurt piştgirîyê didin xweparaztina Îsraîlê. Îran bi awayekî zaniztî hewl dide ku pirsgirêkên herêmê zêdetir bike. Em ji Yemenê heta bi Lubnanê Îranê ji bo temamê herêmê wek xeterîyek mezin dibînin“.

Her çiqasî Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Milletan Antonîo Guterres li New Yorkê anî zimên ku ew ji rewşa Sûrîyê û Îsraîlê gumanbar in û herdu alî bangî çareserkirina pirsgirêkan kir jî, xuyaye nakokî û pirsgirêkên di navbera Îsraîl, Îran û Sûrîyê de berdewam bikin. Zêdebûn û geşbûna pirsgirêkên van dewletan helbet wê bandora xwe li tevgera Kurdên Rojavayê Kurdistanê (Sûrîyê) jî bike û hêvîyek mezin dixuye ku piştî xistina balafira Îsraîlê, Îsraîl û Amerîka zêdetir alîkarî û piştgirîya hevkarên xwe yên Kurd bikin.

Z.B


Ev nivîs 210811 car hatiye xwendin.