Bîlîcî: Pirsgirêka Kurdan a herî mezin bêtifaqî ye
Peyama Kurd / Sosyologê Kurd û perwerdekarê Beşê Sosyolojî yê John Jay College Mucahît Bîlîcî, di derbarê hilbijartinan û HDP de ji çapemenîyê re axivî û dîtinên xwe anîn zimên.
Mucahît Bîlîcî, di derbarê partîya HDP de anî zimên ku “HDP her çiqasî temsîla deng û rayê Kurdan bike jî, ne kifş e bê çiqasî temsîla Kurdan dike. Herçiqasî wê di hilbijartinan de Kurd dengên xwe bidin HDP jî, lê wê di serê wan de şik û guman jî berdewam bikin. Ez bawerim şik û gumanên ku di derbarê HDP de di serê Kurdan de ne di cihê xwe de ne“.
Bîlîcî, di derbarê çepên Tirkan û HDP de jî bi gumanbarî axivî û got: “Helbet ez tu xeterîyê nabînim ku çepên Tirk entegreyî siyaseta Kurd û lêgerîna hiqûq, dad û azadîya Kurdan bibin. Lê divê ev entegrasyona çepên Tirk ji temsîlîyeta yekîtî û kollektîfa navxweyî ya Kurdan re nebe dijberî. Lê gava em dinerin, em dibînin ku ev pêwistî û girîngî li ber çav nayên girtin û dernakevin holê. Di nav HDP de gelek kes, namzet û patronên ku ji çepên Tirkên radîkal in îro ji serkêşîya siyaseta Kurd dikin. Di vir de pirsgirêkek demokratîk heye. Herkes zane ku ev yek di nav Kurdan de acizîyek mezin çêkiriye. Lê ji ber ku HDP ne partîyek azad e, tu wateya ku meriv gazindan jê bike jî tuneye“.
Bîlîcî, tîne zimên ku HDP hem ji alî PKK ve ne azad û xweser e û hem jî ji alî astengîyên dewletê ve ne azad e û di derbarê Selahattîn Demîrtaş de dibêje: “Ez bawer dikim wek namzetê serokkomarîyê wê Demîrtaş serketinên baş raxe ber çav. Lê ez bawer nakim wek serokkomar bê hilbijartin. Demîrtaş ji du alîyan ve ne azad û serbixwe ye. Yek ji alî rêxistinê (PKK) ve, ya din jî ji alî dewletê ve. Demîrtaş siyasetmedarek e ku kare temsîla Kurdan bike û ji demokrasîya Tirkîyê re bibe bersiv. Heke siyasetmedarên Kurd yên wek Demîrtaş azad bin, wê bi rehetî di erka xwe de bilind bibin û karibin temsîla siyasetek berfireh û giştî bikin. Ez vê yekê ne tenê ji bo Demîrtaş dibêjim, ji bo kesên wek Osman Baydemîr jî dibêjim. Lê mixabin çi gava ku siyasetmedarên Kurd di karê xwe de kamil û pispor dibin, serê wan tê jêkirin. Yan bi destê dewletê, yan jî bi destê rêxistinê (PKK) nayê hiştin ku Kurd di polîtîkayê de kamil bibin“.
Bîlîcî, tîne zimên ku şerê çekdarî di van 10 salên dawîyê de ziyanek pir mezin daye Kurdan û di derbarê tifaqa partîyên Kurd de jî dibêje: “Bêtifaqîya partîyên Kurd wendabûnek mezin e. Pirsgirêka herî mezin a Kurdan bêtifaqî ye. Ji bo Kurd nebin tifaq îdeolojî yan jî tiştên din tên dîtin. Ev jî dibe sebeb ku Kurd ji bo berjewendîyên xwe nikaribin siyasetê biafirînin. Hêza wan wek dijber li wan vedigere û bê encam dimîne. Tifaqa her pênc partîyên Kurd û HDP li gor min nirxekî sembolîk bû. Divê ew tifaq çêbibûya. Deng û ray ne girîng bûnalîyê wê yê sembolîk girîng bû “.
Ev nivîs 210784 car hatiye xwendin.