Çavûşoglû: PKK, Goran û YNK li dijî Barzanî bûn yek

Peyama Kurd / Xiyaneta Kerkûkê bi hevkarîya sê partîyan pêk hat. PKK, Goran û YNK. Bafil Talabanî belgeya ku van hersê partîyan di xiyaneta Kerkûkê de rol lîztibûn, gelek caran li ser televizyonan eşkere kir.

Xiyaneta Kerkûkê her çiqasî li dijî serxwebûna Kurdistanê pêk hat jî, sedema herî girîng jî ew bû ku xiyanetkaran ew xiyanet li dijî PDK û Barzanî pêk anîn da ku serxwebûna Kurdistanê nebe afirmendî û pêkhateya PDK û Barzanî. Ji xwe serkirdeyekî YNK ev yek eşkere gotibû. Gotibû ku wan nedixwest serxwebûn pêk bê da ku PDK û Barzanî mezintir nedin.

Di derbarê yekbûna hersê partîyan de Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavûşoglû jî destnîşanîyek balkêş kir.

Çavûşoglû, ji Ajansa Anadoluyê (AA) re eşkere kir ku Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, li dijî Serok Barzanî rêketin û yekîtî li gel PKK kirin û niha jî baca wê rêketinê didin.

Çavûşoglû, bi dewamî anî zimên û got: “ Piştî pêvajoya referandûmê, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, bi daxwazên hinek welatan li dijî Serok Barzanî rêketin li gel PKK kirin “.

Li gor Çavûşoglû, berpirsekî YNK ji wî re gotiye ku PKK di nav YNK de bûye desthilatdar û di nav wan de fermanan dide.

Çavûşoglû behsa rola Tirkîyê ya di xiyaneta Kerkûkê de nake. Gotinên Wezîrê Derve  Mevlut Çavûşoglû û destnîşankirina xiyaneta li dijî Serok Barzanî pirsan di serê mirov de çêdike, gelo wê pêvajoya dan û stendin û têkilîyên dostane bi PDK û Barzanî re dîsa bên destpêkirin?


Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.