Çi li S. Erebistanê diqewime?
Tiştên balkêş li Siûdî Erebistanê diqewimin. S. Erebistan a ku wek qutîyek girtî ye û bi taybet di derbarê mafê jinan de di qirnê berî hezar salî de dijî, îro hinek gavan davêje hinek reforman dixe jiyanê. Bi taybet di derbarê jin û mafê jinan de gavên piçûk bin jî, hinek gavan davêje û rê ji hinek azadîyên jinan re vedike.
Ev reform û gavavêtinên ku piçûk in lê hêdî hêdî kare rê ji reformên din re jî vekin, bi saya serê welîaht û prensê S.Erebistanê Muhammed bin Selman bin Abdulazîz el-Suud û bi daxwaza wî pêk tên. Muhammed bin Selman bin Abdülaziz el-Suud, ku bi xwe prens û welîahtê textê qralîyeta S. Erebistanê ye, hem Wezîrê Bergirîyê ye, hem Alîkarê Serokwezîr û hem jî kurê Qral Selman e. Muhammed bin Selman bin Abdülaziz el-Suud, herweha Serokê Dadgeha Qralîyetê û Serokê Konseya Karên Aborî û Avadanîyê ye jî. Di 2017an de bi biryarnameya qralîyetê ket şûna welîaht prens Muhammed bin Nayif û bû warisê textê qralîyeta S. Erebistanê.
Piştî erkdarî û desthilatdarîya Muhammed bin Selman bin Abdülaziz el-Suud, li S. Erebistana girtî û veşartî hinek qedexeyên ku ji bo jinan hebûn hatin rakirin. Jin êdî karin trimbêlan bajon, sînema, opera, navendên kêf û şahîyan tên vekirin û hetta jin karin beşdarî maratonê jî bibin. Ne tenê di derbarê jinan de, herweha di warê aborî, dadwerî û hinek beşên din yên civakî de jî pêşketin û hinek reform tên kirin. Her çiqasî ev gav û reformên piçûk berî hatina Muhammed bin Selman bin Abdülaziz el-Suud hatibûn destpêkirin jî, lê bi hatina wî û di dema desthilatdarîya wî de ev gav û reform zêdetir jîndar bûn.
Li gor dîtina pisporên siyasî û civakî, Muhammed bin Selman bin Abdülaziz el-Suud, siyaseta xwe li ser baştirkirin û pêşdebirina rewşa jinan ava dike û dixwaze rê ji jinan re veke da ku jinên S. Erebistanê karibin beşdarî civakê bibin û di civakê de bibin xwedî erk û gotin. Her çiqasî hinek gavên piçûk hatibin û tên avêtin jî, lê hîna ji bo azadîya jinên S. Erebistanê gelek astengên din hene. Wek mînak; her çiqasî jinên S. Erebistanê xwedîyê perwerde û xwendinek baş bin jî, halîhazir nikarin li S. Erebistanê bibin karmend û bibin beşek ji jiyana aborîyê. Bi taybet keç û jinên ciwan li bendê ne ku li S. Erebistanê wekhevîya zayendê, ango wekhevîya jin û mêran pêk bê da ku jin zêdetir neyên perçiqandin. Lê helbet di civakek girtî wek S. Erebistanê de ev yek pirs û hêvîyek dûvdirêj e.
Her çiqasî avêtina van gavên piçûk wek gavên erênî û baş tên dîtin û hesibandin jî, lê di warê siyasî de pêşketin û başbûnek berbiçav derneketiye pêş. Mafên mirovan hîna jî tên binpê kirin. Îdamkirina mirovan û girtina kesên siyasî zêdetir bûye. Kesên ku rexneyan li rejîmê digrin tên girtin û wekî din. Di warê siyasî de wê gav bên avêtin yan jî reform bên kirin, halîhazir kes nizane. Lê bi ser ku binpêkirinên mafên mirovan berdewam in jî, hinek azadîyên ji bo jinan wek gavên erênî û pak tên nirxandin.
Li gor pispor radigihînin, yek ji plan û projeyên Muhammed bin Selman bin Abdülaziz el-Suud ev e ku sîstema aborîya S. Erebistanê bi temametî nûjen bike. Tê gotin ku Muhammed bin Selman bin Abdülaziz el-Suud dixwaze hefsarê aborîya S. Erebistanê ji destê petrolê derêxe û di hinek beşên din de jî aborîya xwe pêş de bibe. Wek tûrîzmê û hinek tiştên din. Halîhazir du stûnên ku aborîya S. Erebistanê li ser lingan digrin hene. Petrol û tûrîzma ol û bawermendîyê. Ango, petrol û tewafa hecê. Salê bi milyonan misilman tewafa hecê dikin û bi milyonan dolar dikeve xezîna dewletê, yan jî xezîneya qralîyetê. Lê Muhammed bin Selman ligel van herdu stûnên aborîyê, dixwaze tûrîzma çand û seyranê bide destpêkirin. Ji niha de amadekarîyên projeyên sektorên kêf û şahîyê wek vekirina sînema, opera, konser û wekî din tên kirin. Bi van projeyan tê xwestin ku pareyên hemwelatîyên S. Erebistanê di nav sînorên welêt de bimîne û dernekeve derve.
Li gor lêkolîn û derçûnan, ji %70 ji nifûsa S. Erebistanê xort û ciwanên di bin 30 salî re ne. Her çiqasî piranîya va xort û ciwanan li derve perwerde û xwedinek baş kiribin jî, lê ji %30ê wan bê kar in, li kar digerin û dixwazin jiyanek baştir û xweştir bijîn. Yek ji armanc û hedefa Muhammed bin Selman ev e ku van plan û projeyên ku tên behskirin û dixwazin bên pêkanîn, heta sala 2030î pêk bîne û têxe jiyanê. Plan û projeyê Muhammed bin Selman bi taybet ji alî xort, ciwan û jinan ve tê ecibandin, tê pesinandin û destekkirin. Muhammed bin Selman, dixwaze bi çareserkirina pirsgirêkên xort, ciwan û jinan xwe wek berdevk û piştpalê xort û ciwanan derxe pêş û heta sala 2030î xwe di çav û dilê wan de bike leheng. Heke Muhammed bin Selman heta 2030î van plan û projeyan pêk bîne, wê di dilê xort û ciwanên S. Erebistanê de bibe lehengê pêşerojê. Na heke nikaribe soz û plan û projeyên xwe pêk bîne, wê berê tîrên rexneyan lê zêdetir bibin û di çavê xort û ciwanan de bêqîmet bibe.
Z.B
Ev nivîs 210791 car hatiye xwendin.