Cicilline: Êrîşa li hember Kurdan êrîşek wahşî ye
Her çiqasî Tirkîye endamê NATO yê be û hevkarê Amerîkayê be jî, di mijara sûrîyê û Kurdên Sûrîyê de îro bûne rikberên hev û hetta dijminatîya hev jî dikin. Bi êrîşa ser Kurdên Efrînê û YPG Tirkîye dijminatîya Amerîka û berjewndîyên Amerîkayê dike û hevkarên Amerîka yên li Sûrîyê HSD (YPG) dikuje. Ev jî helbet li hesabê Amerîkayê nayê.
Di Kongreya Amerîkayê de dengên li dijî Tirkan û Tirkîyê bilindtir dibin. Êrîşa ser Efrînê bûye zêdebûna ser kezebê û Amerîkîyan nerehet dike. Endamên Kongreya Amerîkayê ji hikûmeta Trump dixwazin ku ew jî li dijî kiryar û zirtên Tirkîyê helwestê deynin û bêdeng nemînin.
Nûnerê Kalîfornîya yê Partîya Demokrat Ted Lieu, li hember tehdît û zirtên Tirkîyê yên li hember leşkirên Amerîkayê, bang li Amerîkayê kir ku Amerîka jî jenojîd û qirkirina Ermenîyan nas bike û bi naskirin û qebûlkirina jenojîda Ermenîyan bersiva Tirkîyê bide.
Ted Lieu, anî zimên ku Tirkîye zirtan li leşkirên Amerîkayê dike, wan tehdît dike, wan ji xwe re dike hedef û ziyanê dide polîtîka Amerîka ya li Sûrîyê.
Lieu, di dewama axavtina xwe de got: “Divê em tev fêhm bikin ku jenosîda Ermenîyan qewîmî ye, ev rastîyek dîrokî ye. Sedema ku Amerîka vê rastîyê nas nake, ev e ku Tirkîye endamê NATO ye û em dixwazin têkilîyên xwe û Tirkîyê biparêzin. Lê divê em vê rastîya dîrokî nas bikin, qebûl bikin û ji Tirkîyê re bêjin, binere lo! Heke tu li dijî me van çalakîyan bikî, emê jî rastîyê ji te re bêjin û tiştên ku tu jê hez nekî bikin“.
Di mijara Tirkîyê û êrîşa wê ya ser Efrînê de Serokê Dîwanê Ileana Ros-Lehtinen jî axivî. Lehtinen got: “Tirkîye ya ku hevkarê me yê NATO ye lê bi salan rêya çek, pare û şerkiran ji ÎŞÎDê re vekirî ye, îro êrîşî hevkarên me yên Kurd û Ereb yên ku şerê ÎŞÎDê dikin, dike“.
Di vê derbarê de endamê Kongreya Amerîkayê David Cicilline jî axivî, bi tundî êrîşên dewleta Tirk rexne û şermezar kir û got: “Êrîşa Tirkîyê li hember Kurdên Efrînê êrîşek wahşî û dirinde ye. Ev êrîşên leşkirî bandorek mezin li ser xelkê sivîl kir. Gava ev wahşet dewam dike em nikarin li kenarekê rûnin û temaşe bikin. Divê Amerîka bala hevkarê me yê NATOyê bikşîne ku rêzê ji rê û rêbazên peymanên navnetewî re bigre“.
Z.B
Ev nivîs 210800 car hatiye xwendin.