Çima Kurd jî doza Televizyonê nakin?

Li Almanya ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdeyî milyonek Kurd dijîn. Lê çi hikmet be ne televizyonek wan heye, ne jî di xema televizyonan de ne. Helbet em behsa televizyonên partîyan nakin. Lê heke Kurdan wek Kurd li xwe xwedî derketibûna, wê wek Tirkan karîbûna ji dewleta Alman yan jî di medyaya Alman de bibûna xwedîyê televizyonek Kurdî. Lê mixabin xuyaye Kurd ne di zanîna girîngî û pêwistîya televizyon û medyayê de ne, bandora wê ya li ser zimanê Kurdî û xwenasînê ferq nekirine.

Dezgeha Weşangerîya Derve ya Almanyayê Deutche Welle ( DW) biryar da ku êdî di nav weşanên xwe de televizyonek Tirkî bi navê DW Turk veke û dest bi weşana Tirkî bike. DW ku halîhazir bi Almanî, Ingilîzî, Spanyolî û Erebî weşana televizyonê dike, wê di demek nêzîk de dewt bi weşana Tirkî jî bike. Helbet wê ev yek xizmeta zimanê Tirk û pêşketina nîjadperestî û netewperestîya Tirkên li Almanyayê jî bike.

Gerînendeyê Giştî yê DW Peter Lîmbourg, da zanîn ku hikûmeta Alman ev projeya DW qebûl kiriye û ji bo vê yekê jî ewê butçeya DW bê zêdekirin.

Heta vir me fam kir.

Lê Kurdên li Almanya?

Milyonek Kurdên li Almanya?

Çima dozê li DW nakin ku DW bi Kurdî jî weşanê bike û berê xwe bide Kurd û Kurdistanê jî?

DW li seranserê cîhanê di hefteyê de xwe digihîne 157 milyon temaşevan û xwendevan. DW dixwaze di pêşerojê de vê hejmarê zêdetir bike û xwe bigihîne 220 milyon kes. Peter Lîmbourg dibêje ku di pêşerojê de ewê di weşangerîya xwe de giranîya xwe bidin Rûsya, Ewrûpa Rojhilat, Tirkîye, cîhana Erebî Afrîka, Afganistan, Pakistan û Îranê.

Çima berê xwe nade Kurdistanê?

Ji ber ku Kurd xwedî li xwe dernakevin û doza weşangerîya Kurdî li DW û dezgehên Alman nakin. Bi ser ku di parlamentoya Almanya û di delek partî û dezgehên wan de Kurd xwedî rol û bandor in jî, lê mixabin di derbarê bidestxistina mafên çandî û pêkanîna lobîyê de pûç û sifir in.

Z.B


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.