Coats: Tirkîye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn pêş bikevin

Ji ber ku parçeyê herî mezin ê Kurdistanê di bin dagîrkirin û nîrên dewleta Tirkîyê de ye, û ji ber ku azadî û rizgarîya parçeyekî Kurdistanê wê bandorek mezin li Kurdên Tirkîyê jî bike, Tirkîye naxwaze li tu cîhekî Kurd gavekê jî pêş de biçin û nêzîkî serkeftinê bibin.

Serokê Daîreya Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê Dan Coats, li Komîsyona Îstixbaratê ya Senatoyê axivî û dîyar kir ku Tirkîye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn pêş bikevin.

Dan Coats, behsa êrîş û operasyona Tirkîyê û rewşa Efrînê jî kir, anî zimên û got: “Operasyona ku Tirkîyê li dijî Efrînê daye destpêkirin, tekoşîna li hember Dewleta Îslamî (DAÎŞ) zehmettir dike, ev yek jî hêzên Amerîkayê dixe xeterê“.

Wek ku Serokê Daîreya Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê Dan Coats jî anîye zimên, Tirkîye ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li herderê cîhanê naxwaze ku Kurd biserkevin û pêşde biçin. Xiyaneta Kerkûkê û desttêwerdana Tirkîyê nimûneyek ji vê yekê ye.

Z.B


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.