Cockburn: Tîllerson bû sebebê êrîşên ser Efrînê

Nûçegîhan û şirovekarê Ingilîz Patrick Cockburn, di nivîsa xwe ya di The Independet de rewşa Efrînê, Tirkîye û Kurdan nirxand û anî zimên ku piştî ketina Efrînê pirsa herî girîng ew e ka wê Tirkîye berê xwe bide Minbicê yan na. Li gor Cockburn, heke Tirkîye bixwaze têkeve Minbicê, xeterîyek mezin heye ku leşkirên Tirk û Amerîkî şerê hev bikin û daxwaza Rûsyayê jî ev yek e.

Cockburn, tîne zimên ku Rûsyayê bi zanebûn û ji qazî ve derîyê Efrînê ji Tirkîyê re vekiriye û dixwaze ku Tirkîyê di rikbendîya Amerîkayê de hepis bike. Bi vî awayî dixwaze Tirkîye ji Amerîka û NATO yê dûr bixe û bi xwe ve girêde.

Cockburn, tîne zimên ku sedemek ji sedemên êrîşa Tirkîyê ya ser Efrînê ew e ku Efrîn ji herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê qutbûyî bû, rêyên çûn û hatinê di destên artêşa Sûrîye û Rûsyayê de bû û ji ber vê yekê jî YPG nikarîbû alîkarîyek mezin ji derve bistendan. Ev yek jî bû sedem ku Tirkîye Efrînê wek gepik rehet bibîne û wê dagîr bike.

Cockburn,dibêje: “Ketina Efrînê û biserketina Tirkîye û Artêşa Azad a Sûrîyê bê şik û guman bû, xuya bû. Lê rewş pir xeter e. Pirsa sereke ev e, gelo wê qirkirinek etnîkî li bember Kurdan bê kirin yan na. Yekem kiryara Artêşa Azad a Sûrîyê ew bû ku peykerê KAWA yê li navenda Efrînê birûxîne. Vîdeoyên ku wan kişandine, eşkere dikin ku ew dijminê Kurdan û kêmneteweyên ne misilman in. Ev yek jî nîşana wê yekê ye ku Artêşa Azad a Sûrîyê ji şerkirên ÎŞÎD û El Kaîdeyê pêk tê“.

Li gor Cockburn, yek ji sedema ku dewleta Tirk êrîşî ser Efrînê kiriye helwest û daxuyanîyên Wezîrê Derve yê Amerîyakê Rex Tîllerson e û dibêje: “Encama şerê Efrînê ji 20ê meha yekê ve xuyabû. Sedema wê jî daxuyanîyên Rex Tîllerson bû. Tîllerson daxuyanîyên provokatîk wek “wê hêzên Amerîkayê li Sûrîyê bimînin û ewlekarîya dewleta Kurdî misoger bikin“ didan. Ev daxuyanîyên provokatîf bûn sedemek ji sedemên êrîşên Tirkîyê. Ev daxuyanîyên provokatîf têra hevkarî û nêzîkbûna Tirkîye û Rûsyayê kir“.

Cockburn, di dawîyê de dibêje Kurdên Sûrîyê ji vê yekê ditirsin ku Erdogan demograîfa Efrînê biguhere, li şûna Kurdan Erebên sunnî bi cîh bike û li herêmê blokek Erebên sunnî ava bike.

Z.B


Ev nivîs 210786 car hatiye xwendin.