Coşkun: Sedema pirsgirêka Kurd înkarkirina nasnameya Kurd e

Bi nêzîkbûna hilbijartinê re pirsa Kurd û mijarên li ser Kurdan dîsa rojeva siyasetmedarên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê germ kir. Wek tê zanîn, berî hilbijartinê Kurd tên bîra siyasetmedarên Tirkîyê, ji bo dengê Kurdan bistînin behsa pirsgirêkên wan dikin û piştî hilbijartinê jî heman tas û heman himam, Kurd dîsa tên jibîrkirin.

Di derbarê mesele û pirsa Kurd de Perwerdekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê Doç.Dr. Vahap Coşkun, nirxandinek berfireh kir û ji çapemenîyê re behsa pirsa Kurd û dema îro kir.

Doç.Dr. Vahap Coşkun, anî zimên ku îdeolojîya Tirkîyê li ser du astan hatiye avakirin, yek jê layiqbûn û ya din jî nîjadperestî ye û got: “Layiqî wek polîtîkayek ji bo tunekirin û ji holê rakirina ol û temsîla olê ye. Nîjadperestî jî di dewleta Osmanî de wek îdeolojîyek ji bo tunekirina pirkulturî û pirnetewbûnê, ji bo avakirina yek dewlet û yek milletî hat bikaranîn. Bêguman ev îdeolojîya nîjadperestî herî zêde bandora xwe ya neyînî li Kurdan kir. Ji ber ku Kurd, di dewleta Osmanî de xwedîyê desthilatdarîyek xweser bûn û di nava dewletê de jî xwedîyê nasnameya xwe ya etnîkî û nasnameya xwe ya çandî bûn. Piştre komara Tirkîyê ev yek ji holê rakir. Li ser bingeha nasnameya Tirkîtîyê dewletek ava kir. Evê yekê jî her destkeftîyên Kurdan ji holê rakir “.

Vahap Coşkun, behsa dewleta Tirk û Peymana Lozanê jî kir, anî zimên ku piştî 1923an siyasetek li ser bingeha Tirkîtîyê hat meşandin û got: “Di dema Şerê Rizgarîya Tirkîyê de desthilatdar û sazkarên dewleta Tirk sozên naskirin û qebûlkirina nasnameyên cuda didan. Lê piştî ku şer xilas bû, bi Peymana Lozanê re û bi naskirina maf û desthilatdarîyên Tirkîyê re ev siyaset bi temametî hat guhertin û derîyên Tirkîyê ji nasname û neteweyên cuda re hatin girtin. Evê yekê hişt ku Kurd bertekê nîşan bidin û mijar heta bi îro hat“.

Vahap Coşkun, anî zimên ku pirsa Kurd di esasê xwe de pirsek netewî û polîtîk e, sedema bingehîn a mesela Kurd înkarkirina nasnameya Kurd e û got: “Berê soz hatibûn dan ku nasnameya Kurdan bê naskirin lê bi makzagona 1924an re herkesê ku li Tirkîyê dijî wek Tirk hatin qebûlkirin. Kurdan ev yek qebûl nekir û bertek nîşan dan. Ji ber ku daxwazên Kurdan nehatin qebûlkirin û bersivên erênî ji daxwazên Kurdan re nehatin dan, pirsa Kurd her ku çû mezintir û girantir bû û heta bi îro hat“.

Coşkun, di dawîya irxandina xwe de anî zimên ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd çend xalên girîng hene, divê ev gav bên avêtin û got: “Yek ji van gavan mesela maf û azadîyan e. Ango, hinek daxwazên Kurdan hene. Di serî de perwerde û bikaranîna zimanê Kurdî ye. Ya din dawîanîna şerê çekdarî ye, ji bo dawî li şerê şekdarî bê divê mekanîzmayên pêwist bên afirandin. Ya sisiyan jî têkilî û dostanîya bi Kurdên parçeyên din re ye. Li Iraqê, Sûrîyê û Îranê nifûsa Kurdan heye. Hawîrdora Tirkîyê bi Kurdan dorpêçkirî ye. Divê Tirkîye ji nû ve têkilîyên baş bi Kurdan re deyne“.

Z.B


Ev nivîs 210781 car hatiye xwendin.