Cunningham: Erdoğan bi êrîşa ser Efrinê hesabê hilbijartinê dike
Rojnameya Waşîngton Post, daxuyand ku Erdogan bi êrîşa ser Efrînê hesabê hilbijartinê û qezenckirina deng û rayan dike.
Peyamnêra Waşîngton Post a Rojhilata Navîn Erin Cunningham, êrîşa Tirkîyê ya ser Efrînê nirxand û anî zimên û got: „Erdogan bi vê tirsa ku di dilê xelkê de çêbûye dixwaze deng û rayên wan qezenc bike da ku di hilbijartinên Tirkîyê de dîsa biserkeve”.
Cunningham, di nirxandina xwe de tîne zimên ku navbera herdu endamên NATOyê (Tirkîye û Amerîka) ji her demê zêdetir xirab bûye û dibêje: “ Piştî êrîşa ser Efrînê, bi alîkarî û navtêdana medya Tirk bîr û bawerîya xelkê wek desteka ji bo Erdogan derdikeve pêş. Bi destpêkirina êrîşa ser Efrînê re gotin û axavtinên netewî zêdetir bûye, ev yek jî ji bo hilbijartinên pêşerojê destê Erdogan xurttir dike. Êdî rewş gîhaye wê astê ku di mizgeftan de jî dua ji bo leşkirên Tirkîyê tên kirin. Û ya balkêş, mixalefetên Erdogan jî ketine ber vî bayî. Lê doktor û nivîskarên ku li dijî şer radiwestin tên girtin“.
Erin Cunningham. Bi dewamî dibêje: “Ankêtên ku ji alî medya hikûmetê û Erdogan ve tên çêkirin, nîşan didin ku ji %82 ji xelkên Tirkîyê piştgirîyê didin operasyona Efrînê û di wê bawerîyê de ne ku êrîşa ser Efrînê bi serfirazî bi pêş dikeve û ji %90ê xelkê jî di wê bawerîyê de ne ku Amerîka piştgirîyê dide PKK û YPG”.
Li gor Erin Cunningham, medya hikûmetê û Erdogan bi propagandayên xwe bi xelkên Tirkîyê ewqasî dane bawerkirin ku Tirkîye birastî jî şerê terorîstan dike û YPG wek terorîst bi xelkê didin qebûlkirin.
Erin Cunningham, di wê bawerîyê de ye ku “ YPG di vî şerê aloz de Kurdên Efrînê diparêze û dewleta Tirk jî bi bombebarandina Efrînê dixwaze li Rojavayê Kurdistanê herêmek tampon ava bike“.
Z.B
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.