Dawî li nîjadperestîya Tirkan nayê

Bi taybet piştî ku hikûmeta AKP bi partîya nîjadperest MHP re bû şirîk û hevkar, nîjadperestîya li dijî Kurdan jî zêdetir bû. Êdî Kurd di çavên wan de dijmin in, neyar in û hetta ne mirov in. Ji ber axavtin û stranên Kurdî heta niha bi sedan û hezaran Kurd raserî êrîşan hatine û lêdan xwarine.

Herî dawîn li Agirîyê leşkirekî Kurd çima ku bi Kurdî straye, leşkirên Tirk bi lêdanê ew kirin komayê. Leşkir Fîkret Aydemîr ê Kurd, li qereqola Fehmi Altınordu ya Agirîyê, ji ber ku Kurd bû ji alî leşkirên Tirk ve zixt lê dihatin kirin, gef lê dihatin xwarin. Çima ku Fîkret Aydemîr stranek Kurdî gotiye, vê carê leşkirên Tirk êrîşî wî dikin û bi lêdanê ew kirin komayê.

Fîkret Aydemîr, ji serê xwe darbeyên giran dixwe û li nexweşxaneyê serê wî 50 carî tê dirûtin. Her çiqasî Aydemîr ji iriê xilas bibe jî, rewşa wî hê jî di xeterê de ye.

Nîjadperestîya AKP û MHP ne tenê di nav artêşê de li hember leşkirên Kurd tên kirin, herweha di nav mizgeftan de, di dezgehên dewletê de û di her qadên jiyanê de tê kirin.

Z.B


Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.