Demîr: Biryara Parlamentoya Kurdistanê şoreş e

Wek tê zanîn, Parlamentoya Kurdistanê di 31ê Çileyê Paşîn de civîya û di derbarê êrîşên ser Efrînê û Kogreya Netewî de biryarên girîng girt.

Pêkhatina Kongreya Netewî helbet ji bo Kurd û Kurdistanê gavek girîng e. Lê wê partî û dezgehên ku ne Kurdistanî ne û li dijî serxwebûna Kurdistanê ne çawa û bi çi armancê beşdarî Kongreya Netewî bibin, kes nizane.

Di derbarê biryara Parlamentoya Kurdistanê de endamê Kongreya Civaka Demokratîk Dr. Mehmet Demîr axivî û pesnê Parlamentoya Kurdistanê da.

Dr. Demîr, biryara Parlamentoya Kurdistanê wek şoreşpesinand û got: “ Ev birpara Parlamentoya Kurdistanê şoreş e. Divê xwedî li vê biryarê bê derketin û Kongreya Netewî di demek nêzîk de pêk bê“.

Dr. Demîr, di dewama axavtia xwe de anî zimên ku “heke ev biryar neyê şopandin ewê tenê li ser kaxezê bimîne“ û got: “ Çawa ku ruhê netewî li Kobanê pêk hat, li Efrînê jî kare heman ruh pêk bê. Di rewşek wisa de berpirsîyarek mezin dikeve ser milê Parlamentoya Kurdistanê. Ez bawerim ji ber ku birêz Barzanî jî ev biryar destek kiriye parlamentoyê ev biryar daye“.

 Dr. Demîr, di dawîya axavtina xwe de anî zimên û got ku “tu luksa Kurdekî tuneye ku li derveyî xebatên yekîtîya netewî bimîne. Divê di demek herî nêzîk de kongreya yekîtîya netewî pêk bê. Îro bombe li ser Efrînê dibarin û cîhan temaşe dike. Kurd ji 7 heta 70 salî di ferqa kêmasîya pêknehatina yekîtîya netewî de ne. Ji ber ku Kurd nebûne yek heta îro Kurdan wenda kiriye”.

Z.B

 


Ev nivîs 210813 car hatiye xwendin.