Demîrbaş: Serok Barzanî kare rola xwe bilîze
Peyama Kurd - Şaredarê kevn ê Sûr a Amedê Abdullah Demîrbaş, di derbarê şerê xendekan, pêvajoya mizakereyan û yekîtîya Kurdan de ji çapemenîyê re axivî. Demîrbaş anîye zimên ku heke Kurdan polîtîka û perspektîfên rast bi pêş xistibûna û yekîtîyek netewî pêk bianîna, xendek û şerê xendekan çênedibû.
Demîrbaş, ji K24 re behsa pêvajoya aştî û çareserîyê kiriye, anîye zimên ku li Tirkîyê pêvajoya çareserîyê xilas bûye lê îhtîmala pêvajoyek nû heye û got: “Li Tirkîyê pêvajoya çareserîyê xilas bû. Divê ji bo destpêkirina pêvajoyek nû hewl bê dan. Divê em ji dema derbasbûyî dersan derêxin. Di vê derbarê de birêz Serok Barzanî di qada netewî, herêmî û di qada navnetewî de xwedî hêz e. Birêz Barzanî ji bo destpêkirina pêvajoyek nû kare rolek bihêz bilîze “.
Demîrbaş, behsa yekîtîya netewî jî kiriye, anîye zimên ku li Rojhilata Navîn mifteya aştîyê bi çareserkirina pirsa Kurd ve girêdayî ye û dibêje: “Li erdnîgarîya Kurdistanê tenê Kurd najîn. Kurd tucarî nebûye şoven. Yekîtîya Kurdan ne li dijî berjewendîyên hêzên navnetewî ye, yekîtîya me ya Kurdistanî ne li dijî xelkên Kurdistanê û sîsteman e. Kurd çiqasî azad bibin, wê xelkên din jî ewqasî azad bibin“.
Ev nivîs 210782 car hatiye xwendin.