Denîs Natalî bû alîkara Wezîrê Derve
Peyama Kurd / Pispora mijara Kurd û Rojhilata Navîn Denîs Natalî, bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump bû alîkara Wezîrê Derve Mîke Pompeo.
Denîs Natalî, di navbera 2005-2010an de wek akademîsyen li herêma Kurdistanê kar kiriye, pispora mijara Kurd û Rojhilata Navîn e. Natalî, herweha Gerînendeya Enstîtuya Stratejî û Lêkolîna Netewî ya Amerîkayê ye jî. Denîz Natalî, di mijara Kurd û Kurdistanê de jinek şareza û pispor e û di gelek zanîngehên cuda yên Başûrê Kurdistanê de, di beşê têkilîyên navnetewî de wek akademîsyena kar kiriye.
Natalî ji bilî Ingilîzî, Fransî, Kurdî û Farisî jî zane.
Ev nivîs 210764 car hatiye xwendin.