Di derbarê 30 siyasetmedarên Kurd de lêpirsîn
Di derbarê 30 siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Dozgerê dewleta Tirk yê Amedê ji ber ku van 30 siyasetmedarên Kurd piştgirîya referandûma Başûrê Kurdistanê û êrîşên ser Efrînê şermezar kirine, lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor tê gotin, ew siyasetmedarên ku lêpirsîn di derbarê wan de hatiye destpêkirin, di navbera 13-18ê Gulanê de îfade dane daîreya tekoşîna li dijî terorê.
Li gor tê gotin, di nav wan siyasetmedaran de kesên mîna Mesut Tek, Mustafa Ozçelîk, Sertac Bucak, Şerefxan Cizîrî, Sînan Çiftyurek, Ayetullah Aşitî û gelekên din hene.
Z.B
Ev nivîs 210783 car hatiye xwendin.