Di mehekê de 37 jin hatin kujtin

Peyama Kurd / Di van çend salên dawîn de li Tirkîyê kujtina jinan, destdirêjî, tecawizkirin, revandin û kujtina zarokan zêdetir bûye û di astek bilind de ye.

Platforma Rawestandina Kujtina Jinê (KCDP) di vê derbarê de raporek amade û belav kir. Di raporê de hat ragihandin ku tenê di meha Tîrmehê (Temûzê) de 37 jin hatine kujtin û tecawizkirina zarokan berdewam e,

KCDP, di rapora xwe de anîye zimên ku sedemên kujtina jinan nayên lêkolînkirin, tên bincilkirin û dernakevin ronahîyê. Li gor rapora KCDP, ji serê sala 2018an û vir ve 75 jin hatine kujtin, 41 jin raserî destdirêjî û tecawizê hatine û 29 jin jî êrîş hatine ser wan.

Di raporê de behsa rewşa zarokan jî hatiye kirin û tê gotin ku zêdeyî 433 zarokan raserî destdirêjî hatine û piranîya kiryar û êrîşên ku li ser jin û zarokan tên kirin, ji awira gelemperî re nayên eşkerekirin.  


Ev nivîs 210753 car hatiye xwendin.