Dr. Yilmaz: Ma li Efrînê referandûm çêbû?

Ji Entîtuya Têkilî û Ewlekarîya Navnetewî ya Alman Dr. Arzu Yilmaz, di derbarê rewşa hilbijartinên Tirkîyê û Başûrê Kurdistanê de ji K24 re axivî. Yilmaz, bal kişand ser gelek mijarên girîng û anî zimên ku sînorên Kurdistanê hêdî hêdî kifş dibin.

Dr. Arzu Yilmaz, di derbarê hilbijartinên li Tirkîyê û Iraqê de anî zimên ku “Kurd bi nasnameya xwe tev li yekîtîyên siyasî nayên kirin, her ku diçe dibin dibin parçeyek cuda û got: “Halîhazir bi vê rewşa xwe Kurd di nav xwe de dûrî pêkanîna yekîtîyek siyasî ne ne. Ne karin yekîtîya xwe pêk bînin, ne jî karin bibin parçeyek ji wan sînorên ku di nav de dijîn. Iraq dev ji Erebî û Tirkîye jî dev ji Tirkayetîyê bernadin. Herdu welat jî nikarin projeyek ku Kurdan hembêz bike biafirînin, projeyek wisa ji bo hebûna xwe wek tehdît dibînin“.

Yilmaz, tîne zimên ku zixt û gefên ku li HDP hatine û tên kirin ne tenê ji bo HDP, lê ji ber tirsa serketina Kurdan e û di vê derbarê de ne tenê hikûmeta AKP lê herweha mixalefet û hemû dezgehên dewletê jî xwedîyê heman helwestê ne û dibêje: “Rûdanên Kerkûk û Efrînê parçeyek ji vê tabloyê ne. Heta niha tekoşîna Kurd tekoşîna ji bo naskirina ziman, çand û nasnameya Kurd bû. Lê di asta îro de tekoşîn ji bo Kurdistanê tê kirin. Û ev jî dihêle ku Tirkîye û Iraq di ereb û Tirkkayetîyê de bi rik û gir bin. Tekoşîna ji bo Kurdistanê bingeha Tirkîye, Iraq û Sûrîyê dikole û statukoya îro dihejîne. Wek ku Osman Baydemîr digot Kurdistan ne di dilan de ye, encamên hilbijartinan, referandûm, herêmên şer sînorên Kurdistanê hêdî hêdî kifş dikin û derdixin holê. Ev yek jî dibe sedem ku Kurd li her parçeyî bên dûrxistin“.

Yilmaz, di derbarê referandûmê de jî dîtinên xwe anîye zimên û dibêje: “Hinek mirov dibêjin ku heke di 25ê Îlonê de referandûm nebûya evqas felaket nedihatin serê Kurdistanê. Ez vê yekê ji mirovan dipirsim: Madem tiştên ku hatin serê Kurdistanê ji ber referandûmê bûn, başe, ma desthilatdarîya Rojava ji bo serxwebûnê çûbû referandûmê? Başe, çima êrîşî Efrînê hat kirin?“

Dr. Arzu Yilmaz, di dawîyê de tîne zimên ku rewşa berî sê salan êdî paşde venagere û ew derfetên ku Kurd vegerin berî rewşa sê salan êdî nemane. Li gor Yilmaz, PDK di polîtîka serxwebûnê û HDP jî di polîtîka Tirkîyeyîbûnê de bi ser neketin, lê tiştekî nû jî nexistin şûna wê.

Z.B


Ev nivîs 210790 car hatiye xwendin.