Durûtîya hikûmeta Alman carek din eşkere bû
Dewleta Tirk bi çek û tankên Alman êrîşî Kurdên Efrînê kir. Di kujtina Kurdên sivîl û zarokên Kurd de rola çekên Alman pir e. Lê hikûmeta Alman di vê derbarê de tu zixt li hikûmeta Tirk û Erdogan nekir. Li vajayî wê, di navbera 18.12.2017 û 24.01.2018an de 31 peymanên çekfirotinê bi hikûmeta Tirk re îmza kiriye.
Li gor agahdarîya Reuters, hikûmeta Alman di navbera 18.12.2017 û 24.01.2018an de destûr daye ku 31 peymanên nû yên çekfirotinê bi Tirkîyê re bên îmzakirin. Ev jî nîşan dide ku serbestberdana rojnamevan Deniz Yucel û hemwelatîyekî din ne belasebeb bû.
Wer dixuye ku hikûmeta Alman ji bo serbestberdana çend hemwelatîyên xwe tawîz li ser tawîzan dide Tirkîyê û serê xwe li ber zixt û daxwazên dewleta Tirk xwar dike. Her çiqasî Wezîrê Derve Sigmar Gabriel gotibû ku “me bi Tirkîyê re tu peymanên kirêj yan jî pakij çênekirine“ jî, lê bi van 31 peymanên nû eûkere dibe ku hikûmeta Alman bi Tirkîyê re peymanên pir kirêt çêkirine û destûr daye ku 31 peymanên çekfirotinê bi Tirkîyê re bên îmzakirin. Û ev çekên Alman jî bêguman ji bo li dijî Kurdan bên bikaranîn tên kirîn û firotin.
Z.B
Ev nivîs 210792 car hatiye xwendin.