Duterte: Hêza me tuneye em şer bikin

Peyama Kurd / Navbera Filîpîn û Çînê ji ber pirsgirêkên derya navbera Filîpîn û Çînê ne xweş e. Dewleta Çînê di Derya Başûrê Çînê de tevgerê dike û ev jî ji bo herdu welatan pirsgirêkan derdixe.

Serokê Dewleta Filîpînê Rodrigo Duterte, ji çapemenîyê re li xwe û hêza dewleta xwe mikur hat û anî zimên ku hêza wan tuneye ku karibin şerê dewleta Çînê bikin.

Rodrigo Duterte, di merasîma 120 salîya damezirandina artêşa Filîpînê de axivî û got: „Halîhazir hêza welatê me têr nake ku em karibin şerê Çînê bikin. Şerkirina bi Çînê re tê wateya têkçûna artêşa Filîpînê. Em qebûl bikin yan nekin, rastî ev e“.

Demek dirêj e ku Çîn, Filîpîn, Taywan, Bruneî, Malezya û Vîetnam xwe wek xwedîyê ava Derya Navnetewî  dibînin û di navbera wan de pirsgirêk berdewam in.


Ev nivîs 210760 car hatiye xwendin.