Ebadî: Em rê nadin PKK ji Iraqê êrîşî Tirkîyê bike
Peyama Kurd / Dagîrkirina Qendîlê di rojeva Tirkîyê de ye. Her çiqasî hilbijartin bi dawî bû û Erdogan gîha armanca xwe jî, dagîrkirina herêma Qendîlê û derkirina PKK yek ji daxwaza şirîkê Erdogan Dewlet Bahçelî û partîya wî MHP ye jî. Qendîl û PKK ne tenê serê dewleta Tirk, herweha serê Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê jî dêşîne û dibe sedema peydabûna pirsgirêkên navbera hersê alîyan.
Di derbarê êrîşên PKK yên li ser artêşa Tirk Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axivî û piştî civîna wezîran derket pêşberî çapemenîyê.
Ebadî, anî zimên ku PKK jî di nav de divê hemû grûpên çekdar çekên xwe deynin û got: “Em rê nadin ku grûpên navxweyî yan jî biyanî ji xaka Iraqê êrîşî Tirkîyê bikin. Emê rê nedin ku PKK ji xaka Iraqê êrîşî dewletek cîran bike“.
Heyder Ebadî, bang li hemû grûpên ne yasayî û çekdar kir ku çekên xwe deynin û anî zimên ku ji Qendîlê êrîşên ser Tirkîyê zêde bûne.
Ev nivîs 210776 car hatiye xwendin.