El-Ewak: Biryar ji Qendîlê tên

Peyama Kurd / Her çiqasî rayedarên PKK û PYD dibêjin YPG ne beşek ji PKK ye jî, kiryar gotinên wan nerast derdixe. Kesên ku di nav YPG de cîh girtine û piştre jê qetiyane, tiştên vajayî rêvebirên PKK û PYD dibêjin û eşkere dikin ku temamê biryarên YPG ji Qendîlê tên.

Li gor ragihandina K24, Kevnefermandarê Hêzên Sûrîyeye Demokratîk HSD (ku PYG movika wê ye) Husam El-Ewak, anîye zimên û eşkere kiriye ku temamê ferman û biryarên YPG ji li Qendîlê tên stendin û ji Qendîlê tên.

Husam El-Ewak gotiye: “Tu erka YPG ku karibe biryaran bistîne tuneye, berpirs û rêvebirên wan tev formalîte ne û temamê biryaran ji Qendîlê tên .“

Husam El- Ewak, dibêje ji ber ku HSD gelek kiryarên nebaş kirine û gef li malbata wî xwarine dev ji HSD berdaye.


Ev nivîs 210782 car hatiye xwendin.